PDK’ê YNK bi firotina Kerkûk û Xaneqînê tewanbar dikir, YNK’ê jî PDK bi firotina Mexmûr û Şengalê tewanbar dikir. Lê beriya 16’ê Cotmehê kes û aliyên ku li hemberî referandûmê derdiketin bi “xiyanetkar” pênase dikirin.
Di ser 16’ê Cotmehê re ku wekî encameke referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê tê ditin, salek derbas bû. Di vê demê ligel ji dest dayîna ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê, di aliyê siyasî, aborî û eskerî de windahiyên mezin çêbûn, destketî û derfetên giranbuha ji dest hatin dayîn.
Doh yekemîn salvegera 16’ê Cotmehê bû ku artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî par êrişî Kerkûk, Xurmatû, Daquq, Hewîce, Şengal û Mexmûrê kir û kontrola wan ji Pêşmergeyan stend. Di van êrişan de ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ku ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê di encama berdêlên mezin de hatibû rizgarkirin, ji dest çû.
Piştî ku artêşa Iraqê ev herêm kontrol kirin, di serî de raya giştî ya Kurdan, gelek derdoran ev pirs kir: “Hêzên Iraqê çima êrişî van herêman kir ku di encama xwîna hezaran şehîdan de hatibûn rizgarkirin?”
Pirraniya nirxandinên ku derketine pêş ew bûn ku ev êriş encama polîtîkaya şaş a rêveberiya Herêma Kurdistanê û referandûma serxwebûnê ye. Bûyerên bûn sedema van nirxandinan û jidestdayîna herêmên rizgarkirî çi bûn?
Herêmên bi nakok
Sala 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajar û bajarok dagir kiribûn û berê xwe dabûn herêmên bi nakok (Kerkûk, Xurmatû, Maxmûr, Şengal, Hewîce) ên dikevin çarçoveya xala 140’an a destûra Iraqê. Ev herêmên ku ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê statuya wan li gorî xala 140’î hîna nehatibû diyarkirin û di bin kontrola artêşa Iraqê de bûn, ketin bin dagirkeriya çeteyan.
Piştî ku artêşa Iraqê ji van herêman vekişiya, hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKK’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin kir û ev herêmên bi nakok ji çeteyan rizgar kirin. Li pey rizgarkirinê jî, bi taybetî li Kerkûkê rêveberî û meclîs ku hemû pêkhate tê de hebûn, hatin avakirin. Li gel ala Iraqê, ala Herêma Kurdistanê jî li avahiyên fermî hat daliqandin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî sala 2017’an careke din, mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê û referandûmê dianî rojevê. Referandûma serxwebûnê di 25’ê Îlona 2017’an de pêk hat û dengên erênî bi ser ketin.
Êrişên dewletan û jidestçûna destketiyan
Bi diyarkirina encamên referandûmê re li gelek navendên Herêma Kurdistanê pîrozbahî hatin kirin, lê di heman demê de nerazîbûnên hêzên derve û herêmî jî di asta tundiyê de bi pêş diketin. Hikûmeta Navendî ya Iraqê referandûm wekî, “derveyî qanûnê” dinirxand û gefa destwerdanê dikir. Her wiha dadgeha Iraqê referandûm red dikir.
Li aliyê din dewletên Tirk û Îranê gefên ambargo û destwerdanê dikirin. Bi taybetî Tirkiyeyê li gel Iraq û Îranê trafîka dîplomasiyê zêde kir. Serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan bi gotinên, “Ya rastî di demekê de ku têkiliyên me yên bi Rêveberiya Bakurê Iraqê re di asta herî jor de bûn, em li bendê nebûn ku gaveke wiha bê avêtin. Em ê her tişta pêwîst bikin” gef dixwarin. Di wan rojan de artêşa Tirk li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ligel artêşa Iraqê tetbîqata eskerî pêk anî.
Balefirgeh hatin girtin
29’ê Îlonê, bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî geştên asmanî li ser balafirxaneyên Başûrê Kurdistanê hatin rawestandin. Tirkiye, Îran û gelek welatên din jî seferên balafiran rawestandin. Her wiha deriyên sînor hatin girtin.
16’ê Cotmehê û windakirina ji sedî 51’ê xakê
Li ser van tehdît û ambargoyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl da ku bi rêveberiya Bexdayê re pêwendiyan çêke û gotûbêjan bide destpêkirin, lê Hikûmeta Iraqê bersivên wekî, “Heger referandûm neyê betalkirin û biryara dadgehê neyê pêkanîn, em ti guftûgoyan nakin” dida.
Sibeha 16’ê Cotmeha 2017’an, artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî êrişî Kerkûk, Xurmatû, Daqûq û Hewîce kir. Li ser van êrişan, hêzên Pêşmergeyan bi fermana berpirsyaran ji herêmê vekişiyan. Komeke piçûk a gerîlayên PKK’ê ku li Kerkûkê bû, li dijî êrişan berxwedan nîşan da, lê ji ber ku hejmara wan kêm bû û derfetên wan nebûn, ji neçarî vekişiyan.
Hêzên peşmerge li bakur-rojhilatê Kerkûkê heta bajarokê Qerehencîr, li bakurê Kerkûkê jî heta bajarokê Teq Teqê vekişiyan. Li sînorê bajarokê Xurmatû jî hêzên pêşmerge vegeriyan bajarokê Zinanê.
Ji ber van êrişan bi hezaran welatiyên ku li herêmên bi nakok bûn, ji neçarî careke din koçber bûn.
Roja 17`ê Cotmehê, artêşa Iraqê û hezên Heşda Şehbî hêrêmên Şengal, Xaneqîn, Mexmûr û bajarokê Gulale kontrol kirin. Niştecihên Mexmurê koçî Wargeha Şehîd Rostem Cudî (Mexmûr) kirin. Roja 18’ê Cotmehê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şehbî heta bajarokê Pirdê hatin.
Kêfxweşiya Tirkiyeyê
Piştî van bûyeran, rayedarên Tirk di her firsendê de kêfxweşiya xwe dianîn zimên. Nexasim Erdogan digot; “Me bi hevkariya Îran û hikûmeta Iraqê lîstika li Kerkûkê xirab kir”. Piştre jî bi rêbazên cûr bi cûr hewl da ku di bin navê Tirkmenan de komên çete li herêmê bi cih bike. Di encama van hewldanan de komeke ji 500 kesan pêk tê, di bin navê “saziya ewlekariyê” de perwerde kirin. Ev kom piştre li navendên Eniya Tirkmenan hatin bicîhkirin. Tirkiye niha jî hewl dide ku li ser hilbijartina Parêzgeha Kerkukê ku tê payîn di Kanûnê de pêk were, hesaban bike.
Hikûmeta Iraqê kontrola sînorên Başûr bi dest xist Xisarên aborî
Li gorî daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya 16’ê Cotmehê rojane 630 hezar varîl petrol dihat firotin û ev jî salane dikir 10 milyar û 659 milyon dolar.
Petrola ku ji sala 2014’an û vir ve beşeke mezin dişandin Tirkiyeyê, lê derketibû holê ku beriya referandûma 25’ê Îlonê, Tirkiyeyê dest danîbû ser pereyên petrolê. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî diyar kiribû ku “ji ber kêşeyeke teknîkî” pere hatibûn derengxistin.
Bi 16’ê Cotmehê re dahata Herêma Kurdistanê ya ji petrolê nîvî bi nîvî kêm bû û pirsgirêka aborî rûda. Lewra, meaşên karmendan nehatin dayîn. Dîsa ji ber girtina deriyên sînor û balafirgehan, buha gelekî zêde bûn.
Windakirina îradeya siyasî
Windahiyeke mezin jî di asta siyasî de çêbû. Piştî 16’ê Cotmehê rêveberiya Herêma Kurdistanê neçar ma ku referandûmê betal bike. Piştre jî mijara xala 140’an ku beriya referandûmê digotin “jixwe bi cih hatiye” careke din anîn rojevê û ji hikûmeta Iraqê dixwestin ku pêdiviyên wê bi cih bîne. Lê rêveberiya Bexdayê zêde guh nedida wan. Rêveberiya Hewlêrê tevî hemû heqaret, gef û êrişan jî neçar ma ku bi Tirkiyeyê re careke din têkiliyan deyne û tawîzan bide. Tirkiyeyê nêzî 30 kîlometre xaka Başûr dagir kir û baregehên nû avakirin. Her wiha bênavber êrişên xwe domandin û bi dehan sivîl kuştin. Di encama van tavizan de jî bazirganiya li ser sînor zêde bû, balafirgeha Hewlêrê careke din hat vekirin. Li gorî daneyên ku rayedarên Tirkiyeyê eşkere kirin, yek ji 3 welatên hikûmeta AKP’ê ya Tirk par herî zêde mal firotinê jî Iraqe. Ango Iraq welatê sêyem e ku Tirkiyeyê herî zêde tişt firotinê.
Parçebûn û dijberiya partiyên Başûr zêdetir bû
Li ser van bûyeran Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtî NîştimanîKurdistan (YNK) hevudin bi xiyanetê tawanbar dikirin. PDK’ê YNK bi firotina Kerkûk û Xaneqînê tewanbar dikir, YNK’ê jî PDK bi firotina Mexmûr û Şengalê tewanbar dikir. Lê beriya 16’ê Cotmehê kes û aliyên ku li hemberî referandûmê derdiketin bi “xiyanetkar” pênase dikirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dema erka wî ji zû ve qediyabû, neçar ma ku îstîfa bike. Barzanî erkên xwe jî di navbera parlamen, hikûmet û dadgehê de parve kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ