Rêveberiya Asayîşa Rojavaya Kurdistan bi daxuyaniyekî dazanîn ku ji kesên provakasyona Amûdê de hatine girtin 17 kesên din di encama lêpirsîna wan de hatine berdan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine berdan eger careke din beşdarî bûyerên ku rê li ber aloziyan vedikin bibin, wê derheqê wan de helwestên huqûqî werin nîşan dan.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Piştî bûyerên provokatîv yên ku 27’ê Hezîranê li bajarê Amûdê rû dan ku di encamê de şervanê YPG Sabrî Gilo jiyana xwe ji dest dabû, hêzên me yên asayîşê bi gomana ku têkiliya wan bi êrîşê re heye,  hejmarek ji welatiyan kirin binçavan. Divê baş were zanîn ku armanca sereke ji vê operasyona me ya binçavkirinê tenê ronîkirina bûyeran bû. Ji ber vê yekê jêpirsîna kesên binçavkirî di çarçoveya pîvanên huqûqî de pêk hat." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine berdan radestî malbatên wan hatine kirin û bi vî rengî hejmara girtiyên hatine berdan bûne 44‫.‬

Helwest hate rexnekirin

Rêveberiya Asayîşê diyar kir ku ew helwesta ji derveyî kontrolê ya rojên pêşî li hemberî kesên binçavkirî napejirînin û rexne dikin  û wiha hate gotin:“Di rojên pêşî de li hemberî kesên binçavkirî de helwestên ji derveyî kontrolê hatin nîşandan. Divê gelê me û raya giştî baş zanibe ku em bi ti awayî van helwestên şaş napejirînin û dibêjin ev yek ne helwesta hêzên me yên asayîşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman demê de em bang li hemû derdoran dikin da ku ji bo pêşî li bûyerên provokatîf werin girtin bi hestiyarî tevbigerin‫.” 

ANHA/AMÛDÊ