
Calihan li Rêxistina BDP'ê ya Fatîhê rêveberiyê dike. Calihan, anî ziman ku gelê Kurd têkoşîneke mafdar dide ji ber wê yekê li cem wan cih girt. Calihan, da zanîn ku di jiyana xwe ya 18 salên siyasî de gelek caran hate binçavkirin û rastî zextan hat û wiha got: "Polîsan ji min re digot, 'Bi borîne me tu şaşî girtî. Em terorîstan digirin'"
Keçên wê di girtîgehê de ne
Calihan, bilêv kir ku piştî hinbû ku li Tirkiyeyê Kurd rastî tepsandin, metîngerî û neheqiyan tên li cem Kurdan cih girt. Calihan, destnîşan kir ku ew cudakariya di navbera gelan de qebûl nake. Calihan, diyar kir ku di têkoşîna demek dirêje dimeşîne de malbatê wê jî li cem wê cih girt û keça wê ya bi navê Asli niha li Girtîgeha Sêrtê, keça wê ya bi navê Hatîce jî ji Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Şakranê hate kirin. Calihan, anî ziman ku ji ber ku keçên wê di girtîgehê de bûn berê bi guman bû û wiha pê de çû: "Piştî min windayên dayîkên Kurd dîtin bedelên em didin li hemberî yên wan gelek mezin nîn in. Ez bi malbata xwe re li cem Kurdan cih digirim. Ez dê têkoşîna xwe bidomînim."
'Dayîkên Kurd aştiyê dixwazin'
Calihan, da zanîn ku jinên Kurd her tim ji bo aştiyê diqêrin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez jî Tirk im. Ez ji Tirkbûna xwe serbilind nîn im lê fedî jî nakim. Kesên cudahiyê têxin navbera gelan bila fedî bikin. Dayîkên Kurd dema zarokên wan jiyana xwe ji dest didin ji bo mirin çênebin aştiyê diqêrin. Lê dema zarokên dayîkên Tirk jiyana xwe ji dest didin dibêjin 'Welat sax be' Heke zarokê min jiyana xwe ji dest da dê ji welat çi fêde bigihije min. Ez hînî ev şer bidome zarokê xwe naşînim leşkeriyê. Tu zarokên min ên ez ji şer re bikim qurban tunene." Calihan, da zanîn ku kesên li Tirkiyeyê di şer de bi israr in êşa windahiya zarok nejîne û ji dayîkên Kurd û Tirk re got, "Werin em zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Êdî bes e."
'Azadiya Kurdan azadiya Tirka ye'
Calihan, bilêv kir ku azadiya Tirkan bi azadiya Kurdan re derbas dibe û ji bo çareseriya pirsgirêkê divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bi wî re diyalogê pêk bînin. Calihan, destnîşan kir ku ew ji tendûrîstiya Ocalan bi guman e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demek dirêje tu agahî jê nayên girtin. Her tim dibêjin 'kêştî xerabeye' Ev gelek qasî kêştiya rêberê xwe temîr bike bi rûmet e. Em niha dizanin ku kêşî na raman dewleta Tirk xerabe ye."
DÎHA/STENBOL