Gerîlayan HPG´ê li Rihayê, li ser rêya Semsûrê maşîneke tîmên taybet bi temamî rûxand û 4 tîmên taybet ên ti maşînê de jî kuştin.

 Li bejahiya Dêrikê operasyona artêşa Tirk li wê vegeriya; gerîlayan wesaîteke kirpî rûxand û di şer de herî kêm 14 tîmên taybet hatin kuştin.

  Li Girê Serzer ê Çelê gerîlayan çeperekî artêşa Tirk a dagirker rûxand û li gorî agahiyan herî kêm eskerekî wan hat kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de 18 tîmên taybet û leşkerek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê eşkere kir. HPG´ê got, “Di 27’ê Cotmehê de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Serzer ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin.”

Tîmên taybet tevî maşîna xwe îmha bûn

HPG’ê li Rihayê jî li tîmên taybet xist û li ser çalakiyê got, “Hêzên me 27’ê Îlonê li wesayiteke polîsên tîmên taybet ên li ser rêya Riha-Semsûrê xist. Ji devereke nêz derb li wesayitê hatin xistin û wesayita dijmin bi temamî hate rûxandin, di encamê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

Li Dêrikê jî tîmên taybet hatin tinekirin

Di 20’ê Cotmehê de li qada navbera navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navbera gundên Erbetê û Simakê yên Dêrikê li wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî xist. Wesayita zirxî ya bû hedefa derbên giran bi temamî hate rûxandin. Hêzên me li herêma operasyonê gelek caran bi leşkerên dijmin re şer kir û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Di çalakiyê û şer de bi giştî 14 tîmên taybet hatin kuştin. Di şer de 3 hevalên me yên bi lehengî şer kirî jî şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûyî de em ê bi raya giştî re parve bikin.”

 

ANF/BEHDÎNAN