
Daxuyaniya ku li ser malpera Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê hate weşandin de ew agahî hat dayîn: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 30’an de bi serkeftî berdewam dike. Operasyonên di çerçoveya qonaxa duyemîn a pêngava me de tên lidarxistin, li başûr-rojavayê Serêkaniyê didomînin.”
Her wiha YPG destnîşan kir ku operasyonên wan a li rojavayê Mebrûka didome û wiha dewam kir: “Hêzên me yên ku operasyonên xwe ya li rojavaye Mebrûka berdewam dikin, operasyonên li quntarên bakurê çiyaye Kezwane bi encam kirin. Di nava 24 seatên dawî de hêzên me gundên El-Egil, El-Şemaş, El-Katum, 2 gundên navê wan nehat zelalkirin, 7 gundik û girêkî stratejîk ên li rojavaye Mebrûka ji çeteyan paqij kirin.
Operasyonên hêzên me ya li qadên quntarên bakurê çiyaye Kezwan dimeşandin bi serkeftî encam bûye. Gundên El Girîn, Sfeyan, Ebû Fixêd, Hisên Ecêl, Elbo Hesen, Eleşan û rêya Ebû Xeşeb bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.ˮ
NAVENDA NÛÇEYAN