Bi fermana 3’ê Tebaxê ya 2014’an bi hezaran jin û zarokên Êzîdî bê parastin man û êsîr ketin destê çeteyan. Dîlgirtina jinên Êzîdî birînek din a di dîroka Kurdistanê de ye ku hêj nehatiye pêçand. Carinan wek ku tiştek ji vê axê kêm nebûye, helwesteke gelekî xemsar heye. Her roja cejnê, rojên taybet û di her kêfxweşiyê de qêrîna jinên Êzîdî li ber guhê me ye, bê guman. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê wek ku tiştek nebûye, wek ku ewqas zarok bê dayik nemane, wek ku ewqas jinên ciwan rastî destdirêjiyan nehatine, di ber komkujiyeke wisa xedar de mirov çawa dikare ewqas bi hêsanî derbas bibe. 

YNK û Goranê li hev kir, lê derveyî xala yekemîn ku dibêje, pêwîst e li hemberî her cure terorîzmê têkoşînek were meşandin, tiştek li ser şêwazê têkoşînê bi taybet berpirsyartiya li hemberî civaka Êzîdiyan nehatiye gotin. Divê hemû Kurd di serî de hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK di platforma gel de lêborîna xwe ji xelkê Êzîdî bixwazin. Li şûna ku hewldanên bi vî rengî çêbin, di lihevkirinê de pêwîst bû, rewşa Kurdên Êzîdî û komkujiya ku bi serê wan hatî, bihata vegotin. Ji bo pêçana êş û birînên wan, di vê lihevkirinê de tiştek nîne. Çawa ku mijara tevlîbûna jinan di lihevkirinê de cara beriya vê jî me rexne kiribû, bi nêrîna min, nexistina navê Êzîdiyan û behsnekirina komkujiyê jî pirsgirêka herî sereke ya vê lihevkirinê ye. Armanca min li vir ne ew e ku watedariya lihevkirinê bixim bin pirsê. Erênî ye belê, her kesê/î ev got! Lê belê tiştên bingehîn ger di lihevkirinekê de bên jibîrkirin, yan jî neyên bicihkirin, wê demê ez ê gumana ji pratîkkirina xalên wê bikim. Jixwe li Başûrê Kurdistanê siyaseteke taybet ji bo pêdaçûna rewşa Êzîdiyan bi taybet jinên Êzîdî tineye. Dema parlamento hebû, di bunyeya komisyona jinan de hinek xebat hatin meşandin, lê ji ber ku însiyatîfa wan ya karkirinê nebû, gelek ji gotin û projeyên wan li ser kaxezê man. Ji bo wê jî jinên Êzîdî di bin navê dermankirinê de ji welatên derve re têne şandin, li gorî çi hiqûq û qanûnan, bi însiyatîfa kê û kîjan hikûmet û saziyê ev jin ji welatên derve re tên şandin, ne diyar e. 

Gelek jin di bin destê DAIŞ’ê de ne, gelo li gorî tê xwestin bi malbatên wan ên mexdûr re alîkarî û destek tê kirin yan na. Wer xuya dike ku çarenûsa xelkê Êzîdî ji hinek sazî û dezgehên Ewrûpî re hatiye hiştin, xêra ku ew bikin jî bi qasî tiştên DAIŞ’ê kirî, Êzîdiyan ber bi qirkirineke din ve dibe. 

Rêya xilasiyê di mineta wan rêxistinên qaşo mafê mirov re derbas nabe. Ger qanûn û hewldanên ji bo jinên Êzîdî nebin, wê demê em ê nikaribin devê gurên hundir û derve yên di kemînê de bigrin. Demekê beriya niha çeteyên hov nêzî 20 jin û zarokên Êzîdî cilê hestên qirêj ên xwediyên xwe yên modernîteyê li wan kirin û bi saxî şewitandin. Me çend kesan got “ax!” Gelo? Çima di demeke wisa de helwesteke bi vî rengî? Bi şewitandina wan jinan gelo DAIŞ û hevkarên wê gefan li kê dixwin. Çiqas jî dişibe şewitandina 300 jin û zarokên berxwdêr ên Cizîrê. Bi şewitandina wan re welatek di qefeseke hesinî de dişewite, jinên berxwedêr, bila çavê we li paş nemîne. Wan li ber xwe da, wek xwedawendên pîroz ji bo wê di agirê zilma Enkîdoyan de şewitîn. Doza we berdewam e jinên pîroz...