
Hêzên Parastina Gel (YPG) şevê berîn li herêma Girkê Legê, li gundê Girhok ku wekî baregeha çeteyên El Nusra û hin çeteyên Artêşa Azad tê bikaranîn û ji vir êrîşan pêk tînin, çalakiyek bi bandor lidarxist. Hat ragihandin ku di çalakiya saet di 19.00'an de dest pê kir û heta 20.30'an dom kir de pevçûnên dijwar qewimîne û koma Liwa El Tewhîd a Artêşa Azad jî di pevçûnan de cih girtiye.
Li gorî agahiyan di çalakiyê de navenda çeteyan hat hilweşandin û yek ji wan fermandar 10 endamên komên çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku piştî çalakiyê pevçûn heta serê sibehê cih bi cih dom kirine.
Li Til Ebyad şerê dijwar
Êrîş hate rawestandin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di 3 rojên dawî de hêzên rêjîma Baasê di nava hewldanan debû ku taxa Şêxmeqsûd dagir bike. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên rêjîmê di 3 rojên dawî de ji herêma Mexselet El Cezîre êrîş pêk anîne û dixwest bikeve taxê û ev tişt hat gotin: “Hêzên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşan dan, di encamê de 5 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û hêzên rêjîmê neçar man paşve vekişin.”
TIRBESPIYÊ/EFRÎN