Akademiya Hunerên Film û Televîzyonê ya Brîtanyayê (BAFTA) îsal ji bo cara 73´yan serketiyên di vî warî de xelat kirin. Di şeva xelatdayînê de cudakariya li nav sektorê hat rexnekirin.

Piştî diyarbûna berendamên BAFTA’yê rexne hatibûn kirin û bi hashtaga #BAFTAsSoWhite, rexne li spîbûna berendaman hatibû kirin. Ev mijar di merasima xelatdayînê de jî hate rojêvê. Serokê BAFTA’yê Prens William jî di merasima xelatdayînê de bal bire ser girîngiya pirrengiyê. Lîstikvan Joaquin Phoeniks ku bi rola “Joker” xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt jî got, “Ez yeqîn nakim, kes elaqeyeke taybet dixwaze. Mirov tenê dixwazin bi ser karên xwe re bêne nasîn, bêne teqdîrkirin û hurmet ji bo karên wan bê nîşandayîn. Ez jî parçeyeke meseleyê me.”

Di şevê de filma derhêner Sam Mendes ê bi navê “1917” ku li ser Şerê Cihanê yê Yekê hatiye kişandin, wekî Filma Herî Serketî hat hilbijartin. Wekî din derhênerê herî serketî bi filma Parazît, Bong Joon-ho bû. Aktrîsta herî serketî, Renée Zellweger bi rola xwe ya di filma Judy de bû. Aktorê herî serketî Joaquin Phoenix bû bi rola xwe ya di Joker de. Filma Parazît bû filma bi zimanê biyanî ya herî serketî. Wekî din belgefilmê herî serketî bû “For Sama” û anîmasyona herî serketî jî bû “Klaus”.

 

NAVENDA NÛÇEYAN