19´ê Tîrmehê Şoreşa azadiyê dest pê kir

Şoreşa 19 Tîrmehê a sala 2012’an, bi biryarek û alternatîfeke cihî di nava kêliyan de bi rê ve çû. Lê belê hîm û bingehê şoreşê dema Rêberê gelên Kurd Abdullah Ocalan, derbasî Rojava û Sûrî bû hatibû danîn. Ev bingeha zihnî ji şoreşa zihnî gava yekem bû, bû destpêka birêxistinkirin û çalakkirina civakê. Herçî roja 19´ê Tîrmehê li bajarê qehremaniyê Kobanê, bi rengekî ji rengan berbanga Şoreşa Rojava bû.
Berbanga şoreşê: 19 Tîrmeh
18´ê Tîrmeha 2012´an çeteyên ser bi koma xwe wek Artêşa Azad a Sûriyê bi nav dikir û nexasim jî yên El-Nusrayê, bi sedan wesaîtan berê xwe dabûn Kobanê û tehlûke hebû ku ev çete bajêr dagir bikin. Herçî hêzên rejîma Baasê bûn jî dor li wan hatibû girtin, jixwe di nava hewaya şoreşê de nekarîn ji bargeh û avahiyên xwe derkevin.
Di vê rewşê de hem rêxistinên gel ên şoreşê, çi meclîs û çi jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi lezgînî biryar da ku bajêr ji rejîmê paqij bike, da ku pêşiyê li behaneya çeteyan a ji bo êrîşên muhtemel bigire. Di encama muzakereyên di navbera nûnerên xelkê, yên YPG´ê bi rayedarên eskerî û medenî ên rejîmê re, xelkê bajarê Kobanê ultîmatom û pê re jî mohlet da hêzên rejîmê ku ji bajêr veqetin. Berê sibeha 19´ê Tîrmehê, hêzên rejîmê ev yek qebûl kir û bajar bi temamî ji rejîmê hat paqijkirin.
Vê înîsiyatîfa cihî û di cih de wê îşaret bi kêliyekê bikira ku wê bibûya destpêka Şoreşa Rojava:
Heman rojê, li bajarên Kantona Cizîrê Dêrikê û li navenda kantona Efrînê jî rejîm dihat qewitandin. Ev raperîna gel a ku bi kêm şidet û xwînrijandin, armanca ji hêzên rejîmê paqijkirina deverên Şên ên Rojava, dibû berbanga Şoreşa Rojava. Di demeke kurt pirraniya deverên şêniyên wan bi girranî Kurd ji rejîmê û çeteyan hatin rizgarkirin.
Sîstema neteweya demokratîk
Jin, ciwan, kal û pîr bê tirs dest danîn li ser saziyên dewletê ku bi salan êş û elem ji destê rejîmê kişandibûn, hesreta xwe bi berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Pêl bi pêl li tevahî bajarên Rojava belav bû û derbasî Efrîn, Dêrik, Dirbesiyê, Amûdê bûn bi berxwedaneke mezin bajarên xwe ji neyaran paqij kirin. Ev 5 sal in ku Şoreşa Rojava bi sîstema netewa demokratîk xwe bi rê ve dibe û dibe mînak ji bo tevahî cîhanê. Divê mirov bibêje, bi şikandina El-Nusra li Serê Kaniyê roja 18´ê Tîrmeha 2013´an Şoreşa Rojava yekcar qehîm bû û bi xwe bawer gavên veguherîna civakî û şoreşger ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo tevahiya Sûriyê û heta Rojhilata Navîn avêtin. Jixwe, piştî ku li Kobanê êrîşên DAIŞ´ê yên 19´ê Îlona 2014´an destpêkirî li Girê Miştenûr 19´ê Çileyê 2015´an derba mirinê xwar, Şoreşa Rojava li cihê ku berbanga wê bû, bû mertal û pêşeng.
Dewra jina Kurd
Bê guman mirov nikare rista jina Kurd paşguh bike, jina Kurd îro bûye mînaka gelekî balkêş li tevahî cîhanê. Jina ciwan bi coşeke mezin û pêşengiyeke bi hemû hêza xwe ya siyasî, eskerî û rêxistinî di nava şoreşê de cîhê xwe digire. Ocalan dibêje, şoreşa jinê şoreşa gulê ye. Ya rastî ew e ku, ev gul bi Şoreşa Rojva re vebû û rengên xwe xemilandin li tevahî cîhanê, Şoreşa Rojava, çawa ku pêşengên wê jî dibêjin, şoreşa jinê ye. Ev yek bi riya pêşengiya jinan di birêxistinkirina jiyana civakî û herweha ya eskerî de hat misogerkirin. Di berxwedana Kobanê de bi taybetî bi pêşengiya jina Kurd Arîn û bi sedan şehîdên ku bi xwîna xwe Rojava Rizgarkirin û careke din ji nû ve dîrok nûjen kirin û nivîsandin, lê vê carê dîrok bi serketinê hate nivîsandin û zindîkirin.
Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşeke gelan e, hîna roja wê bilind dibe û tevî hemû janên mezin şadî û şahnazî careke din vegeriya ser ruyê dayîkan, zarokan û ciwanan. Ev şoreş niha bi rizgarkirina bajarê Reqayê hem destketiyên xwe diparêze û hem jî nûnera hovîtiya sedsala 21´ê DAIŞ´ê dişkîne. Bi yek gotinê li dijî zilm, tepeserkirin û kolekirinê, Şoreşa 19´ê Tiîrmehê şoreşa azadiyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Şoreşa gelan li Reqa jî wê bi ser keve
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi boneya 5’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da. Hevserokatiyê destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ser ketiye.
Di daxuyaniya hevserokatiyê de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelên bakurê Sûriyeyê û mirovahiyê hat pîrozkirin û hat gotin, “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin û silavan ji şervanên li bereyên şer re dişînin. Şoreşa 19ʹê Tîrmehê destpêkeke dîrokî, nûjen û mezin li Sûriyeyê bû û bi ser ket. Vê şoreşê, li ser rêgezên neteweya demokratîk û azadiya jinan, pirr destketî bi dest anîn.”
Hevserokatiyê daxuyand ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê ku bûye paytextê mirovahiyê dest pê kiriye û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Mîna serketinên heta niha, ev şoreş dê li Reqqayê jî bi ser bikeve. Li ser van destketiyan jî gelê me sîstema azadî, demokrasî û edaletê pêk tîne. Federaliya demokratîk jî berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Vê şoreşê armanc û hêviya bi hezaran şehîdan pêk anî. Çi qas zehmetî û êrîş hebin jî em ê serê xwe netewînin û heta azadiyê em ê bi dirûşma ‘an azadî an azadî’ bixebitin.
QAMIŞLO
