Wek mînak, dema ku ez ji dayik bûm, me nezanî bû ku ka siware tiştekî çawaye. Belê, siwarên bi teker hebûn, bi darê dihatin çêkirin, bavê min bixwe jî hostayên wan tekeran bû, le ew siware tenê bi ga dimeşiyan. Her kes; qayîş, teker, kop, sabûndank, qamçî, hwd, her amûrên siwarên xwe bixwe çêdikirin. Her zarok, bi xurtbûna gayên bavên xwe şa dibûn an jî şerm dikirin. Kîjan ga baş dikşîne, kîjan ga serê xwe datîne, kîjan danatîne, kîjan ga ji paş însanan rast tê an jî nayê, çavkaniyên şa bûn an jî xemgîniya me ev tişt bixwe bûn. Dewlemendî û feqîrtiya me, bi van tiştan dihatin zîwandin û tespîtkirin.
Jixwe wê demê, li ser dinyayê tenê gundê me hebû û tenê gundiyên me li ser dinê dijqiyan, ango dinya, tenê qasî gundê me bû û bi vê sedemê jî, bi xwezayî, gerîna hemû dinyayê bi peyatî mimkun bû. Dewlemendî û feqîrtî, bi xweşiktiya hin pez û golikan ve dihatin hesabkirin. Hespê kîjan zilamê qelew e, porê wê hespê xweşik e û baş dibaze, gorî van pîvanan ew însan wek axa dihat hesibandin. Qamçiya kîjan merivî bi çermên baş hatiye çêkirin, bi forsa wî zilamê her kes teslîmî wî dikirin. Dewlemendî û feqîrtiya me, bi van tiştan dihat zîwandin û tespîtkirin.
Hê ji bazarê tiştek nehatî bû, neketî bû gundê me. Ji ber ku bazar çiye, me nizanî bû, jixwe tiştekî wisa tune bû. Li gundê me nakokî ya herî mezin, di navbera ce û genimê de çêdibûn. Dewlemendî û zelûltî, bi nanê ce û nanê genim ji hev vediqetiyan. “Nanê te genim e an ce ye? Li gorî ve yekê, rewşa te baş e an jî ne baş e”...
Min di 6 saliya xwe de dengê motorê bihîst, ew jî dengê jîpa cendirmeyan bû... Gava ku dengê jîpa cendirmeyan dihat, zilamên gundê me hemiyan direviyan, di pişta “kevrêpîj” da diqelibiyan, wenda dibûn û xwe vedişêrtin. Ji ber wê jî, dengê motorê wek “dengê tirsê” bû ji bo min, wekî ku were û bavê min bibe qerekolê...
Piştre traktor, piştre arda genim a bazarê, piştre nanê şarê, piştre di “İlkokulê” de televizyon hat ket nav jiyana me. Piştre “öğretmen”ên ku bi Tirkî qisedikirin ew, piştre “Ortaokulê” de telefon...
Û tevgerîna dinyayê di cihê xwe de nesekinî, dinya wekî çarxan zivirî, em Tirkî elimîn, me dersên her cureyê dît, nivîsandina wêjeyî, huner, amûrên muzîkê, ilm, feylesofî, têgihîştin û baweriyên cuda cuda me dît û naskir. Lê gava ku me bi van zanînan hevdu naskir, min got, “ez va teoriyên ku Karl Marx bi lêkolîna salan, ji dîroka mirovahiyê kom kiriye, ew jiyana min bixwe ye. Ji ber ku min di jiyana xwe de civaka komunaliteyê jî, ya koletiyê jî, ya feodal jî, dawiya dawî civaka kapîtalîzmê jî jiyam.
Çi ku me dît, yên ku em jiyan, birastî jî, di dîroka mirovahiyê de li gelek warên dinyayê, di hezar salê de jî nehatî bû jiyankirin. Ev zanîna me, têgihîştineke wisa di hişmendiya me de biriqand ku, em bi vê agahiyê hişyar bûn: “Heya îro jî, îro pêva jî tekoşîna ku li benda me ye, ew jî, “tekoşîna çînên paşverûtî û çînên dînamîk, ango çînên ku li dinyayê dixwazin civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin” bixwe ye.Doh bûyerên ku li Stenbolê hat jiyîn, faşîzmên ku bi destên polêsên AKP’yê ve hate danîn, ew jî nîşane ya ve yekê ye.
Cejna 1’ê Gulanê, ji çînên kedkar û tekoşêr a tevahî dinyayê re pîroz be.
1’ê Gulanê
Carnan ji der û dorê xwe, ji rewşa erdnîgarî û ciwaka xwe dinihêrim, têdigehim ku ez herî kêm 500 sal jiyame. Jixwe jiyana me ya Kurdistaniyan, yên ku temenê wan gihîştiye 40 saliya xwe, ji kîjan alî ve dinirxînî binirxîne, her yek di jiyana xwe de 500 salê dîrokê ceribandiye û jiyaye. Ango li gorî vegerîna dînamîka civakan, jiyana wan, ne kêm, îhtîmalek mezine ku 500 sal zêdetir domiyaye. Di nav hevokên min de nakokiyan negerin, hûnê nikarin bibînin, ji ber ku zanim ez çi dibêjim… Ji aliyê rewşa jiyanê, ango şert û mercên jiyanê, ji aliyê pergala debar û aboriyê, ji aliyê teknolojî, têgihîştin û hew, ji her alî ve em Kurdistanî her yek, (dubare yên ku temenên wan gihîştiye 40 saliya xwe), herî kêm 500 sal jiya ne.