Malbata Yaşa ji jiyana kurê xwe bi guman e û ji ber vê yekê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê da û daxwaz alîkariya hiqûqî kir. Eşref Yaşa, diyar kir ku dermankirina kurê wî nîvçûyî hiştin û birin girtîgehê û wiha got: "Ez hînbûm ku Dîren ji bo dermankirinê birin Meletî. Bi hîsa dibe ku alîkariyeke min bigihije kurê min ez çûm Meletî. Ez li parêzer geriyam min xwest ku ez bizanim Dîren birine kîjan nexweşxaneyê. Lê parêzer ji min re got kurê min careke din birine girtîgehê."

Odeya girtiyan tunebû!
Yaşa, anî ziman ku 2 perçeyên şarapnelê di vicuda kurê wî de hene û kurê wî li nexweşxaneyê bi hinceta "Li wir odeya girtiyên nexweş lê bimînin tuneye" careke din şandin Girtîgehan Çewlîkê û wiha axivî: "Li nexweşxaneyên herêmê tenê li nexweşxaneyên Amedê odeyên girtiyan hene. Li vir odeyên girtiyan rakirin. Ev yekê dibe sedema mirina girtiyên nexweş." Di vicuda kurê min de 2 parçeyên şarapnelê hene yek di pişta wî de ye. Ev yekê dem dem dibe sedema talukeyên gelek cidî. Disa di dema birîndariyê de piştîka wî zirar dît. Lê hêj nehatiye dermankirin."

'Ez ji jiyana kurê xwe bi guman im'
Yaşa, da zanîn ku rayedar ji wî re dibêjin "Em dermankirina kurê te dikin" lê heta niha tu tiştên li ber çavan tunene û wiha pê de çû: "Divê mehek berê kurê min biriban Meletî. Lê piştî demek dereng birin Meletî û rontgenê wî kêşandin careke din paşve anîn. Berê li Nexweşxaneya Çewlîkê jî ji bilî filman tu tiştên din nekirin." Yaşa, bilêv kir ku dermankirinê nakin tenê wan mijul dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çend roj berê li Girtîgehan Çewlîkê cenazeyê girtiyeke nexweş derket. Têkildarî kurê min de gumaên min ên cidî hene. Ez dixwazim demildest darmankirina kurê min bikin."

Di rêya nexweşxaneyê de îşkence
Yaşa, destnîşan kir ku girtiyê bi navê Şehmuz Anik ê ku bedena xwe daye ber agir dema ku birin nexweşxaneyê rastî lêdana leşkeran hat û wiha got: "Dema ku ez çûme hevdîtina kurê xwe ji min re got rewşa Anik gelek giran e. Ji ber ku dermankirina wî nayê kirin birînên wî enfeksiyon girt û vicuda wî îltîhabê girt."
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê Nîhat Aksoy jî diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha got: "Piştî Mahmut Karataş jiyana xwe ji dest me serlêdaneke gelek cidî girt. Yaşa piştî 4-5 rojan li beşa lezgîniyê hate dermankirin şandin girtîgehê. Piştî wê rojê dermankirina wî nehate kirin. Ev binpêkirina mafeke cidî ye." Aksoy, anî ziman ku binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehê zêdebûn e. Aksoy, da zanîn ku divê Dîren Yaşa û Şehmuz Anik demildest li nexweşxaneyek karsaz bên dermankirin û wiha axivî: "Hevalên Anîk serî li me da û gotin dermankirina Anik nayê kirin. Em jî têkildarî vê mijarê de serlêdana sûc kir. Heke dermankirina Anik neyê kirin dê pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Em li welatê ku bûyerên tecawizê yên li Girtîgeha Pozantiyê pêk hatin de dijîn."

LEYLA SOGUT - DÎHA/ÇEWLÎK