Li Bahamayê ku li Karabîkê ye, li gorî agahiyên ne fermî bi hezarankes ji ber bahoza Dorîanê winda bûne, yan jî hîna agahiyên wan negihiştine ber destê rayedaran.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Rewşa Lezgîn a Bahamayê, ji ber bahoza ku hefteya bihurî bandoreke mezin li herêmê kir, hîna jî 2 hezar 500 kes winda ne.
Li Bahamayê ku ji derdora 700 giravên biçûk lê ne, ji ber bahoza Dorianê kete nava kaosê û hîn jî jê xilas nebûye. Xebatên ji bo rizgarkirinê jî li herêmê didomin. Rayedaran heta niha piştrast kir ku 50 kes mirine. J bo kesên winda jî wê piştî li ber hevgirtina lîsteyên stargehan, daxuyaniyek dawî bê dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN