Malbat nikarin biçin hevdîtinê
Girtiyê bi navê Zulkuf Gezen ê 24 salî ku di sala 2007'an de li Amedê hat girtin rastî cezayê muebetê hat û salek berê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Giresunê hate kirin. Bavê Gezen Şehmuz Gezen diyar kir ku di salekê de tenê 2 caran hevdîtin pêk aniye û ji bo hevdîtina saetekê 613 kîlometre rê çûye. Gezen, da zanîn ku bi sirgûnan hem zarokên wan mexdûr dibin û mafê wan tê binpêkirin û hem jî ew mexdûr û şerpeze dibin.
ÎHD: Girtî 2 caran tên cezakirin
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku bi sirgûna girtiyan mafê girtiyan tê binpêkirin û 2 caran tên cezakirin. Bîlîcî, anî ziman ku bi piranî girtiyên siyasî tên sirgûnkirin û di rê de û di ketina girtîgehan de dîsa rastî binpêkirina mafan, lêdan û îşkenceyê tên. Bîlîcî, da zanîn ku hem girtî 2 caran tên cezakirin û bi sirgûnan re malbat jî tên cezakirin û bêtir mexdûr dibin.
Di salekê de 2 hezar sîrgûn
Di salekê de zêdeyî 2 hezar girti sirgûn bûn û di rojê 5 girtî hatin sirgûnkirin. Piraniya girtiyan sirgûnî Derya Reş, Ege û Marmarayê hatin kirin.
DÎHA/AMED