Çeteyên Cebhet El-Nusra yê, pêr êvarî saet 19.00’an Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 2 jê zarok 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Welatiyan, kesên ku birîndar bûyî rakirin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a taxê.
Di encama topbarandinê de li gorî ku hate zelalkirin zarokên bi navê Îd Ehmed Hesen ê 8 salî û Ebdellah Essaf ê 9 salî jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê Îzet Bîlal 70 salî, Umer Bekrî 26 salî, Mihemed Elî 25 salî, Ebîr Ebid 43 salî jî birîndar bûn.
YPG: Li Helebê 2 çeteyên El-Nusra hatin kuştin
Fermandariya YPG’ê ya taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên El-Nusra û hevkarên wan 2 çalakî pêk anîn. Fermandariyê destnîşan kir ku di her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû, her wiha tirmpêleke çeteyan hate rûxandin.
Fermandariya YPG’ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çeteyên ku êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin, komên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Nûrdîn El-zengî ne.
Di berdewama daxuyaniya fermandariyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê doh saet di navbera 01.00 û 03.00’an de û di çarçoveya bersivdayîna li dijî êrîşên komên çeteyan de 2 çalakî pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakiya yekem li ser riya giştî ya Çerxeriya Cendûl ya li rojhilatê taxa Şêxmesûd pêk hatiye û di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek birîndar bûye.
YPG’ê got ku di çalakiya 2’emîn de jî hêzên wan li ser riya Kastêlo ya li bakurê Şêxmeqsûd tirempêleke çeteyan a doçka li ser derb kirin.
Fermandariya YPG’ê ya Helebê di dawiya daxuyaniyê de soz da ku hemû şêniyên taxa Şêxmeqsûd û tevahiya taxê dê bi hemû hêza xwe û heta dawiyê biparêzin.
ANHA/HELEB