Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi hevkariya rêveberiya kampa Holê 2 jinên êzidî yên ji Şengalê, ji kampê derxistin. Her du jin demek beriya niha ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin.

Her du jinên êzidî Efrac Dexîl Beşar û Dilsoz Mustefa Emî ji gundê Koço yê başûrê Şengalê ne û di êrişên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser Şengalê de hatibûn revandin û di operasyonên QSD‘ê yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de hatibûn rizgarkirin.

Mala Êzidiyan bi hevkariya rêveberiya kampa Holê her du jin ji kampê derxistin û niha li gel Mala Êzidiyan in. Mala Êzidiyan pêwîstiyên wan tevde bi cih anîn.

 

ANHA/QAMIŞLO