Salona konferansê bi rengên kesk, sor, zer û mor hat xemilandin. Jinên ciwan bi kincên gelêrî beşdarî konferansê bûn. Di konferansa ku bi beşdariya 100 delegeyan destpê kir de li ser mijarên “Li Ewropayê pirsgirêkên jinên ciwan”, “Li Ewropayê hişmendiya zayendî” û “jinên ciwan ên şoreşger azad” nirxandin kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Bermal Botan axaftina vekirinê ya Konferansê kir û got, “Pêvajoya heyî ya li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî ye. Lewma ev konferansa em pêk tînin xwedî mîsyoneke girîng e.”

Piştre jinên ciwan li ser pirsgirêkên li Ewropayê axivîn û işaret bi girîngiya rêxistinbûyîna jinên ciwan kirin. Di konferansê de rapora karê salekê hat xwendin û nirxandin. Piştî xwendin û erêkirina rêziknameya Jinên Ciwanên Azad rêveberiyek ji 16 kesan hat hilbijartin. Konferans piştî axaftina girtinê bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 DUSSELDORF