´Mamoste nifşên nû ava dikin´
Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen di konferansê de axivî û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê nirixandin. Hesen bal kişand ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê di sala 2013`an de gelek destkeftî bi dest xistine. Hesen her wiha rola mamosteyan ya avakirina nifşên nû yên civakê jî nirixand. Piştî axaftinan rêzikname û rapora xebatên salekê ya Yekîtiya Mamosteyên herêma Girkêlegê hatin xwendin û ji aliyê beşdarên kongrê ve hatin nirxandin. Di dawiya kongrê de ji bo meclîsa rêveber a Yekîtiyê 15 endam hatin hilbijartin û ji bo rêvebiriya meclîsê jî Menal Mihemed, Hemrîn Silêman, Biradost Mîtanî, Ebas Hacî û Enes Hisên hatin hilbijartin.
GIRKÊ LEGÊ