Weqfa Mezopotamyayê ku bi armanca zimanê Kurdî bi pêş bixe û yekpariyekê ava bike, Rêbera Rastnivîsînê amade kir, niha jî amadekariyê dike ku 2 kovarên Kurdî çap bike.
Weqfa Mezopotamya ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheke bi Kurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin, pêwîstî hesibandin ku termînolojîyeke hevpar a rêziman û lînguîstîkê, rêbera rastnivîsînê, herweha rêbera rastnivîsîna bêjeyan hebe, û di bin banê weqfê de, sala 2015'an de Komxebata Kurmancîyê ava kirin. Gelek zimanzan û lêkolînerên Kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser ziman, didomînin. Zimanzanan piştî xebata 3 salan Rêbera Rastnivîsînê çap kir û li Oteleke Amedê ew da nasîn. Di civînê de Serokê Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil, Sekreterê Giştî yê Weqfê Îhsan Ay, Endamên Weqfê Gevriye Atli, Zimanzan Samî Tan û Bahoz Baran amade bûn.
Ferhengên hiqûq û tibê
Serokê Weqfê Osman Akyil, der barê Rêbera Rastnîvîsînê de agahî da û got, "Ev berhema xebateke kolektîf e. Dê dewama vê xebatê bê. Bi vê pirtûkê, li ser zimanê Kurmancî wê yekîteyek bê avakirin. Ev xebat hemû Kurdan temsîl dike. Xebatên me yên li ser ziman didomin. Dîsa bi Baroya Hiqûqê re em li ser zimanê hiqûqê dixebitin. Em ê ferhenga Hiqûqa Kurdî ava bikin. Dîsa di warê Tibê de jî em bi Odeya Tebîban a Amedê re xebatê dikin. Em ê xebatên li ser ziman li meydaneke mezin belav bikin.
3 mehan carekê bên çapkirin
Bi armanca xebatên me mayinde bibin, em ê berê xwe bidin çapemeniya çapê. Di vê mijarê de yek jê Lijneya ku ji kesên pispor pêk tê, wê folklora Kurd, krîterên nivîsê diyar bike. Em ê li ser vî esasi 2 kovarên Kurdî çap bikin. Kovar wê bi Kurdî bên çapkirin. 2 kovar wê ji 3 mehan carekê bên çapkirin.
Zimanzan Bahoz Baran jî anî ziman ku bi ve xebatê, ew armanc dikin ku di demên pêş de binesaziya zanîngeha ku wê bê avakirin, daynin. Baran, da zanîn ku ji bo Kurdî di mijara ziman de kêmasiya ku hemû saziyan elaqeder dike, heye û Weqfa Mezopotamya armanc dike ku vê kêmasiyê ji holê rake.
Piştre li ser Rêbera Rastnîvîsîne û ka di paşerojê de çawa wê di nava civakê de lê be, nîqaş hatin kirin.
MA / AMED