Kongre bi hilbijartina dîwan û rêzgirtinê dest pê kir. Kongre diyarî 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û qetilkirina 10 endamen HPG’ê ku Fermandarê Eyaleta Amedê Ertem Karabulut jî tê de hebû hat kirin.

Di salone wêneyen 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin daliqandin û pankartên “Hezar silav ji Keleha Berxwedanê Îmraliyê re”, “An aştiyek bi rûmet, an berxwedanek bi hişmet”, “Azadiya Ocalan û statuya gelê Kurd dê bi peşengiya jinê pêk bê”, “Muhatabê çareseriya û pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e”, “Em berxwedana gelê Rojava silav dikin” û “Reberek azad, ciwanek azad, pêşerojek azad” vekirin. Li salonê rengên kesk, sor û zer hatin vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser “Azadiya te azadiya me ye” hat vekirin. Girsê bênavber sloganên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz kir.
Di kongreyê de nûnerên KADEP, EMEP, ESP, koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, Azadî Însiyatifi, HDK, Baroya Amedê, 78, TMMOB, KESK, endamên Însiyatifa Dayikên Aştiyê, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên BDP’ê yên Amedê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Kongre bi tevlibûna 571 delegeyan pêk hat.

Divê muzakere destpê bike

Ewil di kongreyê de Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut xwest ku ji bo pêvajoya aştiyê destpê bike diyalog û muzakere destpê bikin û operasyon bi dawî bibin. Zumrut, anî ziman ku ji serê salê heta niha 32 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Zumrut, destnîşan kir ku polîtikayên AKP’ê yên înkar û îmhayê di sala 2013’an de jî bi kuştin û girtinê berdewam dike.  Di kongreyê de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku ew dê li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên înkar û îmhayê xwe bi rêxistin bikin û bibin bersîv.

DÎHA/AMED