Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 2 Pêşmergeyên Dêrîn biryar dan ku bi çekên xwe biçin Rojavayê Kurdistanê. Pêşmergeyan bang kirin ku her kes beçdarî berxwedana rûmetê ya li Rojavayê Kurdistanê bibe.

Li bazara navçeya Kifrî a bi ser îdareya Germiyanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Ji bilî welatiyan, rêxisitinên civaka sivîl, Pêşmergeyên Dêrîn jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de 2 Pêşmergeyên Dêrîn biryar dan ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Surî bi çekên xwe biçin Rojavayê Kurdistanê.

Pêşmergeyê Dêrîn Aram Feqê, xelatek taybet ji Mam Celal Telebanî wergirtiye. Aram di çalakiyê de axivî û got; “Min li vir biryar da ku ez bi çeka xwe ya min berê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bi kar anî, biçim Rojavayê Kurdistan û tevlî berxwedana şervanan bibim. Her kesê ku bixwaze were û bê çek be, ez ê çekê jê re bikirim.”

Piştî wî Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Xazî Îsmalî jî got, ew amade ye bi Aram re çekê hilgire û biçe Rojavayê Kurdistanê.

 

ROJNEWS/KIFRÎ