34 endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk, li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji Qandîl û Mexmûrê di 19'ê Cotmeha 2009'an de di Sînorê Xabûrê re hatin Tirkiyeyê. Piştî ku kom hate Amedê û ji bo pêşwazîkirina komê li Qada Batikenta Amedê mîtîng hate lidarxistin. Di pêşkêşiya mîtnîngê de hunermendê Kurd Farqîn (Yilmaz Dunen) got "Hûn bi xêr hatine paytextê dilan". Dozgerê Komarê yê Amedê bi vê hincetê der barê Farqîn de di navbera 7 sal û 20 salan de ceza xwest û li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz vekir. Hozgeriyê, her wiha der barê endamên Koma Aştiyê Ayla Yildirim, Mehmet Şerîf Gençdal û Nurettîn Turgut de bi îdîaya "Endamen rêxistine ne" û "Propaganda rêxistine kiren" doz vekir û di navbera 7 û 20 salan de ceza xwest. Danişîna dozê wê di 1'ê mijdarê de bê dîtin.
Hunermend Farqîn bertek nîşanî dozê da û diyar kir ku dozgerê ku li Deriyê Xabûrê yê sînor ji komê re gotiye "Hûn bi xêr hatin" ji ber heman gotinê doz li wî vekiriye. Farqîn, anî ziman ku dozger û dadgerê pergalê çûn li Xabûrê dadgeh avakirin û ew pêşwazîkirin û wan jî ew pêşwazîkir û wiha got: "Dema rayedarên dewletê dibêjin "Hûn bi xêr hatin" ne sûc e. Lê dema ku em dibêjin "Hûn bi xêr hatin" vê carê sûc dibînin û ceza dixwazin. Hemû dinya alem dizane ku Koma Aştiyê li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine."
Farqîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê li gorî daxwaza dewletê bi rêve diçe. Farqîn, anî ziman ku li gel hemû astengiyan wekî hunermendekî ji bo aştî û pêşketina Tirkiyeyê ji bar bikeve ser milê wî wê bike.
ANF/AMED