Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê Enwer Mislim derbarê 3′yemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a her sê Kantonên Rojava de axivî û da zanîn ku tercûbeya Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina Girê Spî, Minbic û Sirînê îsbat kir ku ev proje mafên hemû pêkhateyan diparêze.

Herkes bi rengê xwe beşdar e

Enwer Mislim bi bîr xist ku rêjîma Baas di milê siyasî de îtîraf bi gelê herêmê nedikir û wiha peyivî: “Lê piştî şoreşa 19′ê Tîrmehê şêniyên Kantona Kobanê di gelek pêvajoyan re derbas bûn, di hemû aliyan siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe birêve birin. Piştre jî sazî hatin avakirin û bi riya wan hemû beşên civakê hatin rêxistinkirin. Di 27′ê Çileya 2014′an de Rêveberiya Xweser li Kantona Kobanê hat ragihandin.” 

Mislim bal kişand ser dek û dolabên dewleta Tirk û komên terorîst û got:”Van hêzan herêm ji sê aliyan ve dorpêç kiribûn, ji ber vê gelek astengî derketin. Lê tevî vê, gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, zarokên herêmê bi zimanê dayîkê perwerdê dibînin, ciwanên hemû pêkhateyan herêmê  beşdarî xebatên saziyên Rêveberiya Xweser û refên parastinê dibin.”


Hewl didin kemasiyan xelas bikin

Mislim anî ziman ku her çiqas xwe bi rêkxistin kiribin jî kemasî hîn hene û got: “Piştî ku Kantona Kobanê hat rizgarkirin, Rêveberiya Xweser xebatên xwe domandin. Destpêkê di derbarê xebatên jinûve avakirinê de, bi dehan civîn ji şêniyên herêmê re hatin lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî hê di milê xizmetê de kêmasî derdikevin. Em ê hewl bidin di sala 2017′an de hemû kêmasiyan derbas bikin.”

Bibin piştgirê Rêveberiya Xweser

Mislim bilev kir ku ji roja ragihandina Rêveberiya Xweser û heta roja îro, gelek serkeftin hatine bidestxistin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo ku em kêmasiyên xwe çareser bikin, em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku bi berpirsyarî tev bigerin. Projeya Federaliya Bakurê  Sûriyê wê mafê hemû pêhateyên Sûriyê biparêze. Sala 2017′an, sala ragihandina Federaliyê ye. Serkeftin a gelên herêmê ye.”


ZANA SEYDÎ / NÛRŞAN EBDÎ / KOBANÊ