
‘Ji bo gelê xwe, ji bo azadiya xwe têkoşin!’
Di dema merasîma xelatdayînê de bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî jî axaftinek kir. Çelebî got jiyaneke azad dema ku sîleh nebin pêk tê. Lê belê sîleh li her deverî hene û kurê wî jî ji aliyê artêşekê ve hatiye şehîdkirin ku Elmanyayê sîlehên xwe yên zirxpûş diyarî danê. Rifat Çelebî bi vê bal kişand ser panzerên ku Elmanya Federal di çarçoeya alîkariya NATO´yê de dabûn Tirkiyeyê û got, “para Elmanyayê di qetilkirina kurê min de gelek e”. Çelebî herî dawî bang li ciwan kir “çanda xwe, xwe bi xwe nas bikin, gelê xwe nas bikin. Ji bo gelê xwe, ji bo azadiya têkoşin!”
Di çalakiyê de di beşa helbesta Kurmancî de Hebîb Aslan bi helbesta xwe ya bi navê “Gulperî” bû yekemîn, Halit Tendik bi helbesta xwe ya bi navê “Bêrîkirineke Şikestî” bû duyemîn, Sidik Biçer bi helbesta xwe ya bi navê “Dara Bênderê” bû sûyemîn. Di beşa pexşanê ya Kurmancî de Tacettin Turan bi kurteçîroka bi navê “Roni” bû yekemîn, Cengiz Eker bi kurte çîroka xwe ya bi navê Meytê li ser rê” bû duyemîn û Emîne Yilmaz bi kurteçîroka xwe ya bi navê “Parseka Çirokan” bû sêyemîn.
Di beşa helbesta Kirmanckî de Îdrîs Yazar bi helbestên xwe yîn bi navê ”Hesreta şenike” û ”Çengale” bû yekemîn, Îbrahîm Beyaz bi helbesta xwe ya bi navê ”Xwezîla” bû duyemîn û Hacî Ozkal jî bi helbesta xwe ”Nomê mi Rojawan” bû sêyemîn. Di beşa pexşanê ya Kirmanckî de Îsmet Bor bi ” Hewnê mergî” bû yekemîn, Serîn Çîçek bi ”Rêçe” bû duyemîn û Enwer Yilmaz bi ”Şîyayîş” bû sêyemîn.
Di beşa pexşanê ya Tirkî de Jinda Asmen bi “Nisan damlası (Dilopa Nîsanê)” bû yekemîn. Di beşa helbestê ya Elmanî de jî Marine Ludwikowski bi helbesta xwe ya bi navê “Penaber” hîjayî xelatê hat dîtin.
Pêjnên edebî ji çalakiyê
“Roj çi wext e, ez nizanim. Lê baş dizanim îro 29´ê Sibata 1997´an e. Îro 29 rojên min qediyan li vir. Ez sibehê bibînim, yan jî gelo bi saxî ji vir derkevim, bi wê nizanim! Bi qasî dizanim rojê sê danan êşkencê li min dikin, heta îro şeş caran dest avêtin min. Lê can û mûjiyê min timî serhildêr û azad man…” (Talip Kalin, girtîgeha Gumuşhaneyê; ji NALÎN)
“ji bona ku ji pirsan bireve, bi gumanan got: ´xwedê dizane…´ dirêj, dirêj kuxiya ´uhuuuu, uhuuuu, uhuuuu…´ Mêrikê navesere ´xwezî me…´ got û gotinên wî di nav kuxika Sofî de xeniqîn.. Meşiyan…” (Cengiz Eker, girtîgeha Sincan, Enqere; ji MEYTÊ LI SER RÊ)
“Ez û werîsê di dest xwe de welê bi kul û keseran li hev dinêrin…” (Tacettin Turan, girtîgeha Tekirdagê; ji RONÎ).
“Jîlajîn, Parseka Çîrokan, guhdarî bike! Zanibe ku mirov careke tenê namire… Şahida jiyaneke şehîdane be!” (Emîne Yilmaz, Pirsûs; ji PARSEKA ÇÎROKAN)
NAVENDA NÛÇEYAN