Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tev li xebatên Rêxistina HDP’ê ya li Stenbolê ya kongreya mezin bû. Guven, diyar kir ku sedema hemû pirsgirêkan çaresernekirina kêşeya Kurd e û wiha got: “Kurd êdî jiyana bê statu qebûl nakin. Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide û ev komplo pûş kiriye.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, beriya 4’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê ku di 23’ê Sibatê de li Enqereyê pêk bîne, li Otelek li navçeya Fatihê ya Stenbolê bi komeleyên li herêmê re civîn li dar xist. Di civînê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP‘ê yên bajar û navçeyên Stenbolê û nûnerên komeleyên heremê amade bûn. Li vir Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci, ji bo kongreya mezin a HDPê got: “Ji bo em di siyaseta Tirkiyeyê de bi bandor bin ev kongre pir girîng e. Divê tevlêbûn pir bi hêz be. Ji ber vê yekê rola komele û saziyên herêmê girîng e. Divê tu kes xwe nede paş. Divê em tevlêbûnek xurt nîşan bidin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî got: 22 salin Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê li ber xwe dide. Îro li zindanan hemûyan tecrîd didome.”

 

STENBOL