Cigîrê Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed ragihand ku ji 20 Nîsanê wir ve 23 sivîl, di êrîşa rejîma Baas yên li ser Qamişlo de, jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl jî da zanîn ku rejîma Baasê niha di pêvajoya tunebûnê de ye û dixwaze bi derxistina tevlîheviyan emrê xwe dirêjtir bike. 

Ji Çarşembê wir ve rejîma Baas û çeteyên wê wekî koma Dîfa Wetenî êrîşî gelên sîvîl dike û dixwaze li Qamişlo tevlîheviyê derbixe. Cigîrê Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed da xuyakirin ku di êrîşên hêzên rejîmê yên li ser gelê sivîl ê bajarê Qamişlo de, heta niha 23 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 68 jî birîndar bûn.  


Bûn hedefa guleyên segvanan

Piraniya welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar , bûne hedefa guleyên sekvanan an jî topên hawanan. Her wiha piraniya wan jin û zarok in. Welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyên Qamişlo, Amudê û Dêrik tên dermankirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, hikumeta PDK’ê rê nade birîndarên êrîşên dijî Qamişlo derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Birîndarên ku rewşa wan giran xwestin di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku li wir bên dermankirin. Lê belê hikûmeta PDK’ê derî li pêşiya derbasbûna birîndaran girt û nehişt derbas bibin.


Rêdûr Xelîl: Rejîm di pêvajoya tunebûnê de ye 

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku piştî ku hêzên rejîmê li Qamişlo sivîl hedef girtin, hêzên wan jî mudaxele kiriye û bersiva êrîşan daye. Xelîl diyar kir ku rejîma Baasê niha di pêvajoya tunebûnê de ye û dixwaze bi riya fitne û derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de temenê xwe yê desthiladariyê dirêj bike. Xelîl wiha axivî: “Êrîş û topbarana dijî Qamişlo jî îsbata vê yekê ne. Lê belê baweriya me heye ku gelê me yê Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din vê rastiyê dizanin û ew ê neyên provakisyon û lîstokên rejîmê.  Ji xwe ev hewldana rejîmê jî bibin ketiye.”


’Hêzên me bersiva wan da’

Xelîl, destnîşan kir ku piştî êrîşên hêzên rejîmê yên dijî Qamişlo û pevçûnên ku di navbera wan û hêzên Asayîşa Rojava de derketin û bi taybet piştî şehîdxistina gelê sivîl, hêzên wan mudaxele kirin û alîkarî dan hêzên Asayîşê. Xelîl wiha domand: “Me dersek giran da rejîmê. Eger ew ji vir û pêve jî bifikirin car din êrîş bikin û zirarê bighînin gelê me em ê bersiva munasib û xurt bidin van êrîşan”.


Çi qewimîbû?

Çeteyên rejîmê yên bi navê Dîfa Wetenî di 19’ê Nîsanê de li nava bajarê Qamişlo şervanekî YPG’ê girtin û ew şandin Şamê. Di 20’ê Nîsanê de jî li nava sûka Qamişlo 2 endamên trafîka bajar girtin. Heman rojê saet di 10.00’an de koma Dîfa Wetenî li Çerxerêya Sebeh Behrat êrîşî dewriyek Asayîşa Qamişlo kirin û di encamê 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de her wiha 3 sivîlên ku yek ji wan zarok e jî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê saet di 11.00’an de mudaxele kirin û pevçûn derketin. Piştî ku pevçûn li gelek noqteyên di bin kontrola rejîmê de ne belav bûn, hêzên YPG’ê jî mudaxele kir. 



 NAVENDA NÛÇEYAN




Rejîm têkçûna xwe vedişêre


Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê têkildarî êrîşên hêzên rejîmê yên li ser bajarê Qamişlo, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên hêzên rejîmê  yên li ser  Qamişlo û hat gotin ku tiştê ku li Qamişlo diqewime, ne tesaduf e û ji bo vê berê amadekarî hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca hêzên rejîmê, ji van êrîşan derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyan de ye û ev wiha hat domandin: “Hêzên  rejîmê di nava gel de, komên veşartî bi cîh kirin, ew kom bi çek kirin. Piştre jî bi armanca derxistina fîtneyê, tevlîhevî di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de derxist.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema pêkhatina êrîşan di vê demê, binketina danûstandinên Cenevre 3 ye û ev tişt hatin gotin: “Ji ber ku danûstanên Cenevre yên di navbera rejîmê û opozisyonê de, bi bin ketin, rejîm dixwaze ku xwe weke serketî nîşan bide û bi hêz nîşan bide û bêje ku ez hîn li ser desthilatdariyê me.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em weke Desteya Karên Hundir û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê li hember van êrîşan li dijî gelên me yên sivîl ên bajarê Qamişlo, bêdeng nemînin.”





YPG: 2 çete hatin kuştin


Yekîneyên Antî Terorê yên YPG’ê, di encama operasyonekê 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin, ku Yekîneyên Antî Terorê roja 21’ê Nîsanê 8 km li başûrê gundê Genterî yê Eyn Îsa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên amadekariya êrîşê dikirin, operasyonek lidar xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama operasyonê de 2 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, hin cebilxaneyên klêş û gelek dokûmanên rêxistinî.”

Di dewama daxuyaniya YPG’ê de hat gotin, “Roja 21’ê Nîsanê saet di navbera 21.00 û 22.00 de çeteyên DAIŞ‘ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê.” 


 KOBANÊ