
Akadimiya Şehîd Ezîz a Leşkerî ji 230 şervanên ji pêkhateyên Ereb yê ji eşîrên Begara û Niêm dewereyeke perwedeyê vekirin. Dewreya perwedeyê bi navê dewreya Şehîd Demhat li bajaroka Silûk hatibû destpêkirin. Piştî ku şervanan perwedeya xwe ya leşkerî û bîrdozî bi dawî kirin, dewre bi merasîmekê bi dawî bû.
Endamên Rêveberiya Tekiliyan a YPG û şêxên êlên Begara û Niêm beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê Endamê Rêveberiya Navenda Têkiliyan a YPGʹê Çiya Kobanê, Şêxê êla Niêm Hemed Şêxê û Şêxê eşîreya Begara Xelaf El-Nehir axivîn. Di axafitnan de beşdarbûna şervanan hate silavkirin û hate gotin ku gelê herêmê dê bi hemû hêza xwe parstina xwe bikin û dê rê nedin tu hêzên derve ku bi vîna pêkhateyan bilînin.
Piştî axaftinan rêzgiritina leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin û merasîm bi dawî bû.
ANHA/SERÊKANIYÊ