234 şervanên ji Reqayê ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, tevlî QSD`ê bûn û berê xwe dan bereyîn şer ên li Reqayê, da ku bajarê xwe rizgar bikin.

Di çarçoveya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, 234 ciwanên ji bajêr bi xwe, li Akademiya Şehîd Ezîz, dewreya perwerdê ya bi navê "Şehîd Egîd Kobanê" ku li bajarê Reqayê şehîd bûbû, bi merasîmekê bi dawî kirin û tevlî nav refên QSD`ê bûn. Dewreyê mehekê dewam kir û pisporên Koalîsyona Navneteweyî dersên şer û bikaranîna sîlehan dan şervanan.

Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de, nûnerên rûsipiyên Ereb, nûnerên Meclîsa Sivîl a Reqa û Fermandarên QSD û YPG`ê, amade bûn.

Merasîmê bi rêûresmeke eskerî ya şervanên perwerde bidawî kirî, dest pê kir. Paşê, Rêveberê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê, Ferhan Hec Îsa axivî û teqez kir ku yekrêziya gelên Bakûrê Sûriyê, hişt ku herêm ji çeteyan werê rizgarkirin û DAIŞ li “Paytexeta” xwe bişike.

Hec Îsa bidawîbûna perwerdeyê li şervanan û gelên herêmê pîroz kir, bi lêv kir ku rizgarkirina Reqayê berpirsyartiya ciwanên wê ye.

Her wiha endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Îbrahîm El-Ferec jî di merasîmê de axivî û bidawîbûna perwerdeyê li gelê Reqa û şervanan pîroz kir û got, bajarê Reqa li benda şervanên xwe yên QSD`ê ye da ku bên, wê rizgar bikin.

Piştî axaftinan, şervanan sond xwar û tevlî nav refên QSD`ê bûn. Şervanên QSD`ê berê xwe dan bereyên şer ên Reqayê, da ku bajarê xwe rizgar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, heta niha li Akademiya Şehîd Ezîz 11 dewreyên perwerdê yên şervanên QSD`ê bi dawî bûne. n ANHA/EYN ÎSA