Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên li vê herêmê de 7 çete hatine kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YPG/YPJ’ê doh li hemberî çeteyan yên li nêzî gundê Til Nasir ê li rojavayê Til Temirê çalakî pêk anîne û di encamê de 2 çete hatine kuştin.
Li Kobanê 15 çete hat kuştin
Navenda Çapemeniyê der barê bîlançoya Kobanê de jî agahî da û diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ’ê ya roja bihurî li gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Navendê diyar kir ku girê stratejîk ê li ser gund ji çeteyan hatiye paqijkirin û herî kêm 10 çete hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete, şevê din li nêzî gundê Derfilît ê li başûrrojhilatê Kobanê êrîşek pêk anîn û di encamê YPG/YPJ’ê de 5 çete hatin kuştin û çete neçar man birevin.
NAVENDA NÛÇEYAN