Azîz OGUR
Pêvajoya hilbijartinan bi hemû germahiya xwe dewam dike. Her ku hilbijartin nêz dibin rastiya aliyan, girîngî û pozîsyona wan diyartir dibe.
Her roja derbas dibe, em bêzarî, tengavî û tirsa Tayyip Erdogan, AKP û bi giştî bloka faşîst a AKP-MHP’ê dibînin. Her çiqas bi rêya ragihandin û derfetên dewletî mîna ku înîsiyatîf di destê wan de ye û ji xwe bawer nîşan bidin jî, rastiya ku her tişt li gor dilê wan naçe derdikeve ber çavan.
Jixwe, heger ne tengav bûna, heger her tişt li gor dilê wan biçûya pêwistî bi ferzkirina hilbijartinekê neditîdin.
Li derve, dewleta Tirk rezîl bûye û mirov nikare bi navê prestîj an îmajê qala tiştekî bike. Dewleta Tirk, AKP, Erdogan li cîhanê mîna terorîst, dîktator têne naskirin.
Hevkarên wê yên dehê salan ên mîna Emerîkayê ji rewşa wê bêzar in. Têkiliya li ser bikaranîn û berjewendiyên demkurt a Rûsya û Tirkiyeyê li tevahiya welatên rojava bûye cihê tirsê.
Dewletên Ewrûpayê ji aliyekî ve ji ber têgihiştina xwe ya berjewendîparêz û pragmatîk bi taybetî ji ber zexta sermeyaderan têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re didomînin. Li aliyê din gef û fortên Erdogan ên bikaranîna penaberan û heta bikaranîna komên terorê ji bo êrişên li Ewrûpayê dibe sedem ku li hember Erdogan nizm bikişînin. Tevî çavê xwe jê re digirin jî di dastiyê de hemû ji AKP’ê û Erdogan bêzar in…
Li nava Tirkiyeyê jî êdî her tişt gihiştiye radeya dawî. Yanî duriyaneke tund a careke din ti kes an hêz nikaribe vegere serî li pêş e. Ev duriyan a tund jî bêgûman 24’ê Hezîranê ye.
Ev duriyan a ronahî-tarîtî, aştî-şer, başî-xirabî, demokrasî-dîktarorî, wekhevî-faşîzm û kaos-aramiyê ye.
Yanî 24’ê Hezîranê duriyana paşeroja Tirkiyeyê ye. Di qonaxa hatina ber duriyanê de ya ku rêveçûna Tirkiyeyê diyar bike, HDP ye. Bi gotineke din her tişt girêdayî derbaskirina benda hilbijartinê yan bi dek û dolaban hiştina HDP’ê ya di bin bendê de ye. Heger HDP di bin bendê de were hiştin êdî rojên giran ên tarî wê dest pê bikin. Faşîzm wê bibe rêveberiyeke destûrî. Wê demê ne poşmanî wê feyde bike ne jî hewldanên rizgarkirina Tirkiyeyê ji faşîzmê hesan bin.
Faşîzm wê encama ve hilbijartinê mîna zirxekî ji pola li dora xwe bipêç e û tenemê xwe dirêj bike. Her roja ku faşîzm serdest be wê xwîn birije, civak were perçiqandin û alîgirên faşîzmê bi hêz bibin. Wê demê têkoşîneke dem dirêj û pêvajoya şoreşekê divê dest pê bike û dibe ku dehên salan ev yek negihîje encamê.
Hem hêzên navneteweyî hem jî dînamîkên hundirîn ê Tirkiyeyê nema karin AKP-MHP’ê û Tayyip Erdogan ragirin. Ji bilî beşên civakê yên derveyî sîstemê hatine hiştin û bi cudakariyê re rû bi rû ne, hêzên kemalîst, dewletparêz (neteweperest) ên Tirk jî hêdî hêdî vê rastiyê dibînin. Tevî ku van hêzan jî ji Îttihat û Terakkî ve di serî de Kurd, Ermenî û Rûm îmzeya xwe avêtine bin tevkujyan jî, niha tê digihijin ku her tişt ji dest diçe. Forma dewletê ya qaşo pê ve girêdayî ne, tê guhertin û di rewşa serketina AKP-MHP’ê di van hilbijartinan de êdî kêr wê li ser sukra wan bigere. Lewra ew jî tê digihijin ku rêbaza rizgarbûna ji destûrîbûna faşîzmê û avakirina sîstema dîktatoriya Tayyip Erdogan, ketina parlamenê ya HDP’ê ye.
Dijminên sondxwarî yên Kurdan, Emîn Çolaşan û Yilmaz Ozdîl mînakên vê yekê ne di nivîsên xwe de banga dengdayîna namzetên HDP’ê dikin.
HDP ne tenê ji bo bindestan her wiha ji bo beşên xwe mîna neteweperwerên Tirk bi nav dikin jî bûye hêvî. Ji ber ku dibînin, bi navê komar û dewleta wan êdî tiştek nemaye û wê nemîne.
Ji bo her kesê li Tirkiyeyê 24’ê Hezîranê mîna ‘Qalû Bela’ ye.
Tê gotin; beriya ku Xweda dinyayê û tiştên din biafirîne, ruhê hemû mirovên werin cîhanê li hizûra îlahî kom kirin û ji wan pirsî; “Ma ez ne rebê we me?” li ser vê yekê hemû ruhan bi hev re got, “Belê, rebê me Tu yî!” Ji bo wê demê, Qalû Bela tê gotin. Xweda wê demê got; “Sedema komkirin û pirsîna vê yekê ji ber wê ye ku roja qiyametê hesab hate pirsîn hûn nebêjin, “xebera me ji vê yekê nebû.”
Divê 24’ê Hezîranê ji bo civaka Tirkiyeyê bibe Qalû Bela, yanî bibe kêliya sozdayin an ehda bi demokrasî, aştî û azadiyê. Têkbirina faşîzmê û avakirina aştiya navbera gelan li Tirkiyeyê wê were wateya dubarekirina ehd a di dema Qalû Belayê de. Derketina li dijî zilmê, piştgiriya bindestan û berterefkirina xirabiyê pêwîstiyeke qebûlkirina navê xwedê û ehda ku di qal û belayê de her mirovê ji bo xwedê dabû. Piştî hevqas kirêtî, komkujî û xirabiyan jî heger AKP-MHP sîstema dîktatorî ava bikin, wê demê yên bûne parçeyekî vê yekê mîna roja qiyametê dema hesabpirsînê nikarin bibêjin, “haya me ji vê yekê tune bû”.