Sala borî bi zaravayê kirmanckî heri kêm 25 pirtûk hatin weşandin. Ji 25 pirtûkên hatin weşandin 16 heb ji aliyê endamên Koma Xebatê ya Vate an jî derdora wan ve hatin amadekirin. Yên din jî ji aliyê Zanîngeha Artuklu û weşanxaneya Roşna ve hatin amadekirin.

Koma Xebatê ya Vate, ji sala 1997’an heta niha Kovara Vate amade kiriye û hejmara xwe ya 39’an weşand. Di kovarê de gotinên di civînên komxebatê de hatine tesbîtkirin formên wan yên standart û rêbazên gramerê cih digirin. Kom nivîsa rast û rêbazên gramerê di bin navê berhema “Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî)” anî cem hev û di 2005’an de weşand. Dîsa komxebatê di civînên xwe de gotinên ku destnîşan kiribûn û bi şêwazên start re anîbûn cem hev bi awayekî cuda wekê ferhenga ‘Tirkî-Kirmanckî ‘ weşand. Her carê hate berfirehkirin û 3 caran hat weşandin.

Xebatên kirmanckî zêde dibin

Dîsa di 2012’an de Kovara Şewçila ya ku bi kirmanckî weşanê dike, rojnameya Newepel, kovara Vate û pêveka Azadiya Welat ya kirmanckî Verroj, di weşana kirmanckî de bê navber weşanê dike. Her wiha kovara Nûbihar ya ku cih dide kirmanckî jî, hêjmara xwe ya 118’emîn di sala 2012’an de bi giştî kirmanckî weşand. Her wiha liser malperên înternetê www.zazaki.net, http://dersiminfo.com/, www.kirdki.com jî bi kirmanckî bi sedan nivîs, gotar û nûçe weşandin.
Di 2012’an de di nav pirtûkên bi kirmanckî hatin weşandin de tevî pirtîkên wêje, dîrok, lêkolîn, rêzimanê kirmanckî, çand û hunerê 25 pirtûk cîh digirin.

AMED