MUJDAT CAN / MA/ŞIRNEX

Ji şêniyên Kampa Mexmûrê Sultan Yildiztan ku ji salên 90'î heya niha ji ber zext û zoriyan 7 kamp guherandine, bal kişand ser ambargoya 25 sal berê û ya niha û xwest ev yek bi dawî bibe.

Salên 1990'î ji ber şewitandina gundan, cinayetên kirdar nediyar û ferzkirina cerdevaniyê bi hezaran malbat ji Wan, Colemêrg û Şirnexê ji ber dewleta Tirk a dagirker û înkarker derbeder bûn. Hê jî ev malbat venegeriyane warên xwe. Yek ji devera van kesan lê ne, Kampa Mexmûrê ye. Li Mexmûrê ya nêzî Hewlêrê ye, 12 hezar kes dimînin. Ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve hukûmeta herêma Kurdistanê ambargo daniye ser kampê.

Yek ji şêniyên kampê Sultan Yildiztan e, û ew bi bîr dixe ku ev ambargo ne ya cara yekê ye. Malbata Yilidiztan jî destpêka salên 90'î ji navçeya Ebex a Wanê pêşî çûye Îranê û piştî demekê jî çûye Herêma Kurdistana Federe ya Kurdistanê. Li vira jî ji ber zext û zoriyan, sala 1998'an mecbûrî diçe Kampa Mexmûrê.

Dayik Sûltan Yildiztan ambargoya ku niha PDK pêk tîne şiband ambargoya sala 1995'an a li Kampa Ertûşê.

Yildiztan piştî ku dûrûdirêj qala çîroka xwe ya 1990'î ji Ebexê destpê dike û li Kampa Mexmûrê didome dike, tîne ziman ku 1993'yan PDK hevjînê wê radestî Tirkiyeyê kiriye û dibêje, "1994'an ji ber zora PDK'ê careke din em çûn Zelê. Li Zelê, bi 54 balafirên şer derdor bombebaran kirin. Zarok jî di nav de 8 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Kurê min Delîl jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994'an de piştî bombebaranê Zelê hat valakirin û dîsa em hatin Ranyayê. Di 94-95'an de jî em hatin Kampa Seranîşê. Li wir malbatên ku Tirkiyeyê malên wan, gundên wan şewitandibûn û zilm li wan kiribûn jî hebûn.

Li Seranîşê jî em hatin bombebarankirin. Me dest bi rojiya mirinê kir. Ev berxwedana mezin nêzî mehekê dewam kir. Wekî penaberan me mafê statuya siyasî bi dest xist. Neteweyên yekbûyî (NY), bijîşk, kon û zexîre şandin. Piştî Seranîşê em çûn Kampa Bêrsivê. Li wir jî ji ber pirsgirêka avê û şert û mercên li wir me zehmetî kişand. Ji ber zextên PDK'ê em çûn Kampa Ertûşê. Wê çaxê hevjînê min jî ji girtîgehê derket û hat cem me. PDK'ê di sala 1995'an de derdora Ertûşê girt û nêzî 50 rojan ambargo danî ser kampê. Derdora me hatibû girtin, şivanên me dihatin kuştin. Dest datanîn ser heywanên me. Welatiyên diçûn ser daran û berû berhev dikirin dihatin gulebarankirin û kuştin."

Me li Nînovayê ji xwe re cihek çêkir. Lê dîsa ji ber zextên PDK'ê em mecbûr man biçin. Ji wir em çûm Kampa Navdarê. Orta zivistanê bû, baran û şilî bû, konên me tunebûn. Jinan li orta meydanê zarokên xwe anîn dinê. Paşê Iraq û NY xwestin me ji vira derxin. Lê Hewlêrê cih neda me. Em jî di sala 1998'an de hatin Kampa Mexmûrê. Ev der kampa me ya 7'an e."