Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de 18 gund û 8 gundik hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku li herêma Til Birak çeteyan di bin kontrola çeperên hêzên rejîmê de êrîş pêk aniye. Li Kobanê jî 2 çete hatin kuştin.

Têkildarî pêngaya li Kantona Cizîrê ya kete roj 38. de YPG’ê doh ev agahî parve kirin: “Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 37’an de bi serkeftî berdewam dike. Hêzên me di nava 24 seatên dawî de gundên Tabxan, Hos, Daman, Mefer Esala Rojava, Bîr Me’alcê, Mixtar, Semalk, Xanik, Gamiş, Til Saxîr, Til Qilec Xanik, Semal, Za’zu, Ubeyd, Zerawî, Şerîf, Zarafî, Arbîd û 8 mezra ji çeteyan rizgar kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di pevçunên li van gundan de nehat zelalkirin. Di nava vê operasyonê de 2 kamyonên tije cebilxane barkirî û maşîneyek pikab ên ku çeteyan dixwestin ji qadê birevînin hatin ruxandin. 7 çeteyên ku di nava van maşîneyan de bûn jî hatine kuştin.”


Li Rojhilatê Kobanê şer 

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî werin paqijkirin tê meşandin, di roja xwe ya 270’yan de berdewam dike.

Hêzên me şevê din li nêzîkî gundê Bîrerep ê rojhilatê Kobanê li hemberî komên çeteyan êrîşek lidar xistin. Di vê êrîşê de qasî hatiye zelalkirin 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li heman gundî xebatên lêgerîne jî pêk anîn û di encamê de tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 7 kilêş, 7 rext û 28 şerjorên kilêşan.”


‘Di bin kontrola hêzên rejîmê de êrîş kirin’

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çeteyan li herêm Til Birak di bin kontrola çeperên hêzên rejîme de êrîş kirine û wiha hate gotin: “Komên çeteyan îro di seatên siharê de li başûre Til Berak êrîşek lidar xistin. Komên çeteyan ji bin denetîma çeperên leşkerên rejîmê derbas bûn û bi dizî xwe gihandin pişta çeperên hêzên me. Li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar hatin jiyandin. Piştî êrîşên li hemberî gundên Elî û Ebû Xezalê hatin şikandin, hêzên me êrîşek dijber lidar xistin. Çeteyên ku di van pevçunan de hatin kuştin û birîndarkirin dîsa ji qadên ku di bin serweriya leşkerên rejîmê de bûn hatin revandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçunan de nehatiye zelalkirin.

Komên çeteyan li heman herêmê, li hemberî gundên Haydar û Xizêla jî bi çekên giran bê ser û ber gulle reşandin.” 


 SERÊKANIYÊ/KOBANÊ




‘500 wargeh hat rizgarkirin’


Fermandara YPJ’ê yên Herêma Cizîrê Viyan Gewda diyar kir ku di merheleya duyemîn a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, heta niha zêdetirî 500 gund û gundik hatine rizgarkirin.

Fermandara YPJ’ê Viyan Gewda derbarê merheleya duyemîn de axivî û bi bîr xist ku merheleya yekemîn a hemleyê di 20’ê gulanê de bi rizgarkirina Çiyayê  Kizwanan serkeftî derbas bûye û piştî merheleya duyemîn li herêma Serêkaniyê dest pê kiriye.

Viyan Gewda destnîşan kir ku di merheleya duyemîn a hemleyê de heta niha zêdetirî 500 gund û gundik hatine rizgarkirin û wiha pê de çû: “Pêngava duyemîn bi awayek serketî berdewam dike. Heta niha bi sedan kuştiyên çeteyan çêbûne û gelek cenazeyên wan ketin destê me. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin girtin û çekên wan ên giran hatin tunekirin.”


Li Mebrûka derbekê giran xwarin

Fermandar Viyan anî ziman ku bi girtina bajaroka Mebrûka û gundê Dehma re çeteyan derbeyên mezin xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mebrûka ji bo çeteyan baregehek herî mezin û stratejîk bû. Dîsan çeteyan hemû mayîn û teqemeniyên xwe li gundê Dehma amade dikirin û êrîş dikirin. Lê hêzên me bi awayek îsrar û hêrsek mezin evder girtin û di serî de Fermandar Rûbar, tola hemû şehîdan me hate girtin.”


RIZGAR ADANMIŞ/ANHA/SERÊKANIYÊ