ŞEVÎN HESEN / ANHA / HESEKÊ
Komeke sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê doh ji quncika dawîn a çeteyên DAIŞ`ê hatin derxistin û gihiştin kampa Holê. Bi hatina wan re di 4 rojên bihurî de hejmara kesên ku ji bajarokê Baxozê gihiştine kampa Holê, bû 6 hezar û 600.
Koma dawî doh sibehê, bi 27 kamyonên piçûk û mezin gihiştin kampa Holê. Li gorî agahiyên ji nûçegihanan doh 2 hezar û 600 kes ku temamê wan jin û zarokan in, gihiştine kampê.
Kesên ku gihiştine kampê, şêniyên resen ên Baxozê û malbatên çeteyan ên ji parêzgeh û bajarên Sûriyê ne. Malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bajarên Sûriyê yên wekî Hema, Idlib, Reqa, Tebqa, Dêra Zorê, Minbic, Cereblus, Bab, Hums, Madaya û herêmên din in. Di heman demê de di nava malbatên çeteyan de kesên bi nasnameyên Rûsya, Tirkiye, Ozbekistan û Endonezyayê jî hene.
Heta niha kar li ser arşîva agahiyan a koçberan û awayê belavkirina wan li kampan tê kirin. Rêveberiya kampa Holê û Heyva Sor alîkariyên destpêkê dabîn dikin û birîndaran derman dikin.
Endamê rêveberiyê yê beşa xizmetguzariyê, Şivan Mihemed Kerîm li ser mijarê got, “Tîmên me yên tenduristiyê bi rêya Heyva Sor a Kurd, koçberên ku tên ên nexweş, derman dikin û xwarinê didin wan. Piştre nasnameyên wan digirin û her malbatekê tevî pêdiviyan dişînin konên ku ji wan re hatine diyarkirin. Di nava 4 rojan de hejmara koçberan bû 6 hezar û 600 kes. Pirraniya wan jin û zarok in.”
Bi wan re jî, hejmara koçberên di kampê de gihîşt 48 hezar û 600 kesî. Ev 48 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraq, Sûriye û biyanî pêk tên.