Hisên Hecî: Ji roja ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirî heta niha, şervanên azadiyê  ji bo rizgarkirina dayîk û zarokên me berdêlên giran didin. Ji bo vê jî pêwîst e her kesê Êzîdî vê keda ku di ber me de hatiye dayîn, ji aliyê QSD’ê û rêveberiya Rojava ve ji bîr neke.

27  welatiyên din yên Êzîdî yên di dema pêngava rizgarkirina Baxozê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin û ji aliyê Mala Êzîdiyan ya Rojavayê Kurdistanê ve, radestî rêveberiya Şengal û TAJÊ hatin kirin, di saetên piştî nîvrojê de jî 27 kes gihiştin Şengalê û ew radestî malbatên xwe hatin kirin.

Di dema pêngava Baxozê ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de gelek dîlên Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin. Gelek ji wan heta niha radestî rêveberiya Şengalê û malbatên wan hatine kirin. Hinek jî piştî lêkolînên pêwîst ji kampa Holê ya Hesekê hatine wergirtin û kom bi kom radestî Mala Êzîdiyan a Amûdê tên kirin.

Bi merasîmê hatin radestkirin

27 dîlên Êzîdî ji aliyê Şaxê Hesekê yê Mala Êzîdiyan ve bi amadebûna endam û reveberên Mala Êzîdiyan û fermandarê QSD’ê Şiyar Hesekî, radestî komîteya rizgariyên ji destê DAIŞ’ê a ser bi Meclîsa Xweser ya Şengalê ve hatin kirin.

Di saetên piştî nîvrojê de jî ev 27 kes bi hewldanên fermandariya YBŞ’ê û bi artêşa Iraqê re di sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê re derbasî Şengalê hatin kirin. Dîlên Êzîdî li Meclîsa Gel a bajarokê Xanesorê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Di merasîma radestkirina malbatan de axaftin hatin kirin.

Êzîdî wê fedakariya QSD´ê ji bîr nekin

Di destpêka merasîmê de li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hisên Hecî axivî û malavahiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Ji roja ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirî heta niha, şervanên azadiyê ji bo rizgarkirina dayîk û zarokên me digerin û bi berdêlên giran wan rizgar dikin. Ji bo vê jî pêwîst e her kesê Êzîdî vê keda ku di ber me de hatiye dayîn, ji aliyê QSD’ê û rêveberiya Rojava ve ji bîr neke.”

Li ser êsîran bazirganiyê nekin

Li ser Navê Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ziyad Evdal jî wiha axivî; “Ji despêka fermanê heta niha, em wek mala Êzîdiyan bi hemû sazî û dezgehên Rojava re di nava têkiliyan de ne û bi tayîbetî bi QSD‘ê re ji bo em karibin dayîk û zarokên xwe rizgar bikin. Ev kesên têne rizgarkirin, ji bilî xwîna şehîdan û keda ku Şervanên QSD’ê di berde didin, ti kesê din ji bo van kesan nekiriye, ew rizgar nekirin, lê mixabin piştî ku kedeke mezin di ber rizgarkirina wan de tê dayîn, hina kes û aliyên cuda li ser van êsîran bazirganiyê dikin û dibêjin, me ev kes bi pereyan kirîn û bi vê yekê bazirganiyê li ser wan dikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Xoxê Cindo jî got; “Em hêvîdar in ku ti kes li ser keda ku şervanên azadiyê di ber van êsîran de daye, ticaretê neke, ev kes bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin.

Piştî axaftinan 27 welatiyên Êzidî ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbatên wan hatin kirin.

ROJNEWS / ŞENGAL

 
 

Kesên hatine rizgarkirin

Mala Êzîdiyan navên kesên hatine rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin jî wiha eşkere kirin:

Suad Seydo Xelaf (29) Şengal

Cîhan Xelaf Mirad (18) Herdan

Iqbal Xelîl Birahîm (24) Koço

Rêzan Şakir Mehmud (13) Koço

Samih Felah Laylo (7) Siba Şêx Xidir

Dawid Salim Xelaf (11) Hardan

Aziza Sabrî Birahîm (25) Hatimi

Şamil Simail Xudêda (11) Koço

Xunaf Xidir Udaiyb (34) Koço

Sadiya Sasir Xelaf (13)

Suham Nasir Xelaf (11)

Cemal Ziyad Haydar (15) Solax

Xoxê Hesan Dexil (15) Solax

Selwa Xêro (10) Solax

Dilvîn Qasim Birahîm (34) Tilqesab

Sefawn Hisên (13)

Erdelan Hisên (11)

Beyan Hisên (8)

Cîhan Hisên (5)

Emşa Said Simaîl 15) Tilqesab

Evîn Mehmûd (15) Ji Rembûsî

Mufeyîd Qasim (10) Qapûsî

Swad Elî (15) Solax

Cîhan Berkat (17) Koço

Şeyîma Hemzo (8)

Emer Hemzo (5)

Diljîn Ferman (10) Kora Evdo Şengal