Ji kesên di dema qedexeya li bajarên Kurdistanê pêk hat de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyê 279 kesî nehatine teşhiskirin.Ji van 261 cenaze ji ber neteşhîskirinê li goristanên bêkesan û 18 jî li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin. 

Piştî bidawîbûna pêvajoya aşitiyê, ji 24’ê Tîrmeha 2015’an li gellek bajarên Kurdistanê êrîş, pêkûtî û dorpêçkirinên hêzên dewletê xwe dan der. Di baregeha van pêkûtî, êrîş û dorpêçkirinên di bin navê “qedexeya derketina derve” de xwe dan der û nemaze li Sûr, Licê, Farqîn, Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Nisêbîn, Qoser, Qers û Wanê bi sedan kes hatin qetilkirin û înfazkirin. Ji van cenazeyan bi sedan jê hîn jî nehatine teşhîskirin. Li gel gellek malbatan bo DNA’yê nimûneyên xwînê dane jî, cenazeyan radestî malbatan nakin. Cenazeyên ku li benda encama danberheviyên DNA’yê ne bêyî encam bên aşkerekirin bi awayekî huqûqî piştî 15 rojan li goristanên bêkesan tên definkirin. Li gor agahiyên ku ji MEYA-DER’ê hatine wergirtin heta niha 18 cenaze li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin û 261 cenaze jî bêyî nasnameya wan bên aşkerekirin li Amed, Erzirom, Mêrdîn, Silopiya, Cizîr, Riha, Hezex, Dîlok, Şirnex, Meletî û Xarpêtê li goristanên bêkesan hatine definkirin. 


Li gor bajar û navçeyan


Amed: Li Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê 8 cenaze tên girtin. Ji van cenazeyan 3 jê ji Licê, 4 jê ji Nisêbînê û yek jê jî ji Farqînê hatine şandin. Her wiha 2 cenazeyên ji Farqînê jî li Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî ya Dewletê tên rawestandin. 
Li goristana bêkesan ya Yenîkoyê: 7 cenaze hatine definkirin. Ji 7 cenazeyan 2 jê aîdî kesên ku li navçeya Rezan, 4 jê ji navçeya Sûrê ku jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gorek jî aîdî parçeyên cenazeyên kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dane. 


Meletî: Li goristana bêkesan ya Meletiyê: 11 cenaze, ji vana 5 jê aîdî kesên ku li Sûrê, 5 jê yên Cizîrê û 1 jî yê Şemzînanê ku jiyana xwe ji dest dane. 


Silopiya: Li goristana bêkesan ya Silopiya: 55 cenaze aîdî kesên ku li Şirnex, Silopiya û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane hatine definkirin. 
Erzirom: Li morga nexweşxaneya Erziromê: 3 cenaze hatine definkirin. Ji vana 2 jê aîdî kesên ku li Qersê û 1 jî li Wanê jiyana xwe ji dest dane. 
Li goristana bêkesan ya Erziromê: 50 cenazeyên aîdî kesên li Oremar, Gever, Dêrsim, Îdir û Qersê jiyana xwe ji dest dane hatine definkirin.


Dîlok: Li goristana bêkesan ya Dîlokê: 4 cenaze hatine definkirin. Ji vana seriyek aîdî kesekî/e li Sûrê, du parçeyên cenazeyên Cizîrê û cenazeyek yê Farqînê jiyana xwe ji dest dane. 


Mêrdîn: Li morga nexweşxaneya Mêrdînê: 4 cenaze tên rawestandin. Ji vana 2 jê yên aîdî kesên li Qoserê û 2 jî yên aîdî kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan. 
Li goristana bêkesan ya Mêrdînê: 22 cenaze hatine definkirin. Ji vana 5 jê yên aîdî kesên ku li Cizîrê, 7 jê aîdî eksên ku li Nisêbînê û 10 jê jî yên aîdî kesên li Hezexê jiyana xwe ji dest dane. 


Hezex: Li morga nexweşxaneya Hezexê: Cenazeyek tê rawestandin. 
Li goristana bêkesan ya Hezexê: Cenazeyek hatiye definkirin. 


Şirnex: Li goristana bêkesan ya Şirnexê: Bi giştî 62 cenaze hatine definkirin. 


Cizîr: Li goristana bêkesan ya Cizîrê: 12 cenaze hatine definkirin. 


DÎHA/AMED