28 salan xizmet ji Kurdî re
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê beriya niha bi 28 salan hat damezrandin û bû yekem saziya bi vî rengî ya li Tirkiyeyê damezrandî. Ênstîtuyê tevkarîyeke girîng li parastin, bipêşvebirin û berbelavkirina Kurdîya nivîskî kirîye û îro jî weke Komeleya Lêkolînên Kurdî bi heman erka xwe radibe. Di nava damezrênerên Enstîtuyê de Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Yaşar Kaya, Abdurrahman Durre, Cemşîd Bender û Silêman Imamoglu jî hebûn.
Enstîtuyê di ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyên li ser dîroka xwe jî bi vê munasebetê par ve kirin.
Wê got, endam û serokên Enstîtuyê gelek caran rastî zextên sîyasî hatine. Serokê demkî yê Enstîtuyê Apê Mûsa hatîye qetilkirin, alavên Enstîtuyê hatin desteserkirin û herî dawî jî di 31ê Kanûna 2016’an de derîyê wê hatîye morkirin. Wê wisa dewam kir: "Kitêb û alavên wê careke din hatine desteserkirin û li sazîyên dewleta tirk hatine dabeşkirin. Lê belê dildarên Enstîtuyê li rexmî van hemû zext û hereşe û gureşeyan xebatên xwe ranewestandine û her dirêje bi xebatên xwe dane."
NAVENDA NÛÇEYAN