Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran duh li dibistana Viyan Amara a bajarê Amûdê ji bo xelatkirina 28 xwendekarên serkeftî yên herdu astên navîn û amadeyî şahiyek li dar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endama Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran Jiyan Ehmed axivî û serkeftina xwendekaran pîroz kir. Jiyan Ehmed da xuyanî kirin rêxistina wan dê çalakiyên pîrozkirina serkeftinên xwendekaran berdewam bike. Di şahiyê de li ser navê Rêxistina Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) xwendekarên serkeftî hatin pîrozkirin.
Piştre bawernameyên taybet bi serkeftina xwendekaran û diyarî li wan hatin belavkirink û xwendekar hatin pîrozkirin. Şahî bistran dîlanê bi dawî bû.
AMÛDÊ