Zaroka Silêmanî, Lihûnî: Yên baweriya wan bi jêhatîbûna zarokan tinebe, baweriya wan bi siberojê jî tineye.

FIRIŞTE MEHMUD / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Koma Hunerî ya Zarokan di nava 29 salan de zêdetirî 500 şano, festîval, albumên stranan yên zarokan çêkirine û pêşkêş kirine. Koma hunerê ya zarokan niha jî provaya berhema xwe ya nû ya şanoya bi navê ‘Du zarokên penaber’ dike. Rêveberê Komê Mufeq Arif jî xwest giringî bi hunera zarokan were dayîn û neyê paşguhkirin.

Kom 1990´î hat avakirin

Koma Hunerê ya Zarokan di sala 1990’an de li Silêmanî hate avakirin. Di 14’ê Îlona heman salê de yekem berhema xwe ya şanoya bi navê ‘Masiyê reşê biçûk’ pêşkêş kir. Ev komeke serbixwe ye, taybet e, bi karê hunera zarokan radibe. Ev kom bi şano, stran, dîlan, muzîk û dansê re mijûl e.

Li gorî agahiyên rêveberê komê Mufeq Arif dayî, komê di nava 29 salan de 30 şano, 200 festîvalên zarokan û 300 kilîbên stranên taybet ên zarokan çêkiriye û pêşkêş kiriye. Herwiha van berheman bê pere didin kanalên televîzyonan.

Li gorî pîvanên komê, zarokê bibe endam divê temenê wî-wê di navbera 6 ta 13 salî de be. Zarokên endam li gorî xisletên wan, li ser beşên şano, muzîk û strangotinê têne dabeşkirin.

Li Herêma Kaurdistanê jimara komên hunerî yên zarokan bi tilîyên destan têne jimartin. Ev koma hunerî ya zarokan ji aliyê Dr. Ebdullah Cemal û Mufeq Arif ve hatiye damezrandin.

Niha rewş ji berî 29 salan baştir e

Niha kom ji aliyê Mufeq Arif ve tê birêvebirin û 40 zarok endamê komê ne. Rojane zarok di warê aktortî, strangotin û muzîkê de têne perwerdekirin. Niha koma zarokan amadekariyên berhema xwe ya nû şanoya bi navê ‘Du zarokên penaber’ dike.

Têkildarî kar û çalakiyên koma hunerî ya zarokan Rêveberê Komê Mufeq Arif axivî û got; “Rewşa niha ji ya beriya 29 salan ango dema avakirina komê pir ferq dike. Niha dayîk û bavên zarokan gelek caran li gel zarokên xwe tên beşdarî çalakiyên wan dibin û bi wan re dibin alîkar. Li vê derê karê ku zarok dikin li gorî xisletên zarokan li ser beşan têne dabeşkirin. Ji bo mînak dema dengê zarokekê-î xweş be ew zarok dikeve beşê deng û strangotinê. Ger zarokek bikare rola xwe baş bileyîze dikeve beşa şanoyê.

Divê hunera zarokan neyê paşguhkirin

Di dewama axaftina xwe de Mufeq Arif diyar kir ku heya niha jî navendeke taybet a komê tineye û ew li salonên çalakiyên hunerî yên dibistan û kafeteryan provayên xwe dikin. Piraniya festîval û şanoyên ku pêşkêş dikin bê pere belav dikin.

Rêveberê Komê Mufeq Arif qala alîkariya waliyê Silêmaniyê kir û got; “Lê huner bi sedeqe û daxwaziyan nayê birêvebirin. Divê ev rewşa xirab were çareserkirin. Divê rewşa hunera zarokan li ber çav were girtin û carek din neyê paşguhkirin.”

Baweriya bi zarokan baweriya bi siberojê ye

Zarokên di nava komê de jî axivîn û zaroka bi navê Lihunî fikarên xwe anî ziman û got; Yên baweriya wan bi jêhatîbûna zarokan tinebe, baweriya wan bi siberojê jî tuneye.”

Zaroka binavê Îlîn Kameran a 10 salî jî ev du sale di vê komê de kar dike. Di şanoya binavê ‘Du zarokên penaber ‘ de rola keça zilamekî dewlemend dileyîze. Îlîn got; “Xwesteka min li ser aktortiya şanoyê heye, ji bo wê ez dixwazim li gel vê komê kar bikim. Di vê şanoyê de jî leyîztin hesteke xweş dide min.”