Aktîvîstê Riseup4Rojava Michael Hellstein got, armanca wan ew e ku dagirkeriya li Rojava heyî bi dinyayê bidin bihîstin û destekkerên sereke yîn şerî jî teşhîr bikin. Ew dibêje, “Bi vî rengî em dixwazin destekê bidin têkoşîna Rojavayê.”
Wî got, 2´yê Mijadarê yanî sibe, ew dixwazin jiyanê bikin berxwedan û jiyana rojane bitevizînin. Ew dide zanîn ku heman rojê ew ê li gelek deveran çalakiyên dagirkirin, blokajê bikin û wiha peyivî, “Weke nimûne, li dijî şirketên tûrîstan dişînin Tirkiyeyê û şirketên sîlehan wê çalakiyên me hebin.
LONDON