Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Leyla Cemal da xuyakirin ku cihê çîrokan di wêjeya Kurdî de, gelekî girîng e. Leyla Cemal ku di heman demê de endama komîteya amadekar a festîvalê ye, li ser festîvalê û karên çand û hunerê got, beriya Şoreşa Rojava wan nikarîbû festîvaleke bi vî rengî pêk bînin û weha peyivî, “Bi şoreşê re em dikarin bi hêsanî gelek karan bimeşînin. Ev yek jî hêza xebatê dide me û me pê kêfxweş dike. Şoreşa Rojava ji bo wêje û zimanê Kurdî meydanên pêşketinê afirandin. Bêhn hat ber wêjeya Kurdî. Em bi hemû hêza xwe hewl didin çand, ziman û wêjeya Kurdî bidin jiyîn, bi pêş ve bibin. Weke gelên Rojava, em êdî dikarin bi hêsanî bibêjin; em hene.”


Şoreşê pêşî li xebatên çand û hunerê vekir

Leyla Cemal diyar kir ku ew dixwazin di demeke kurt de Orkestra Gel a Rojava û Orkestra Zarokan ava bikin û got, “Her wiha em ê gelek festîvalan û pêşandanan organîze bikin. Bi qasî Kurdan, çanda gelên Suryanî û civakên Ereb jî ji aliyê serdestan ve hatine eciqandin û ji aliyê hêzên serdest ve hatine nivîsandin. Bi Şoreşa Rojava re, tevî Kurdan, gelên Ereb, Suryanî û civaka Êzidî jî dikarin bi hêsanî bi çanda xwe bijîn.”

3. Festîvala Çîrokan a Rojava wê heta 11’ê Hezîranê dewam bike. 


 QAMIŞLO