Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên wan li bejahiya Şedadê 7 km bi pêş ve çûne, gundên El Mercan, Kileb Tehtanî û El Xoyre û 7 gundik azad kirine.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku li gundê Kilebê di navbeyna şervanan û çeteyên QSD’ê de şer qewimiye, her wiha motosîklêtekî çeteyan jî bûye hedef.
Hate gotin, şervanan li gundê Mercanê gelek mayin rakirine û her wiha li gund tûneleke çeteyan jî hatiye dîtin.
Di şer re 4 jê serçete, 46 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn. Hate gotin rewşa birîndaran baş e.
7,5 km bi pêş ve çûne
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê eniya Holê de jî got, "Şervanên ku tevlî pêngavê bûn li herêma Holê ketin tevgerê. Li vir şervanên me 7,5 km bi pêş ve çûne. Çete nikarin li ber xwe bidin, bi êrişên hewanan hewl didin ku nehêlin şervanên me bi pêş ve biçin.’’
Navenda Ragihandinê got, hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî di pêngavê de desteka hewayî didin şervanan û wiha domand: "Koalîsyona Navnetewî 21 caran çeteyên ku di tevgerê de bûn, bombe kirin, 47 caran top avêtine mewziyên çeteyan. Bi bombeyên balafiran, topan û şerê rasterast 3 maşînên Hammer, 2 maşînên HÎ LUX, yek motosîklêt û 2 mewziyên çeteyan hatin rûxandin."
DÊRA ZOR