Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta her sê têkoşerên jin hate dayîn û wiha hate gotin: “Hemleya ku Yekîtiya Jinên Azad YJA bi diruşma ‘Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve’ daye destpêkirin û dê 6 mehan berdewam bike, wekî gavekê di pêkanîna soza me de ye.”
Di daxuyaniya bang li hemû rêxistin û saziyan hate kirin ku tevlî hemleyê bibin. Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em di kesayetiya hersê têkoşerên kurd de, hemû şehîdên jin û bi taybet şehîdên YPJ’ê yên wekî Silava, Bêrîvan, Zînda, Dîdar, Hêra, Jînda, Bêrîtan, Avesta, Roksan û Ronahî bibîr tînin.” Çalakî bi diruşmeyan bidawî bû.
ANHA/EFRÎN