
Diyarî cangoriyan hat kirin
Di dawiya Konferansê de axaftina girtinê jî ji aliyê Rêveberiya TEV-ÇAND’ê Rojîn Amed ve hat kirin. Rojîn Amed di axaftina xwe de got ku di şexsê her 3 hunermendê ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana dest danê de li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewinîm û axaftina xwe wiha domand:”Carek em daxwaziyên wan, têkosina wan û xeta wê me bibe serketenê. Em soz û biryara xwe nûdikin. Em careke din konferasa xwe ya 3’emîn pîroz dikin. Em careke din Rêber Apo pîroz dikin.” Bi dawîbûna axaftina girtinê bi dirûşmeyên “ Bijî Serok Apo” “Bi Can Bixwîn Em Bi Tere ne Ey Serok” konferans jî bi dawî bû.
Xeta hûnera azad
Hinek biriyarên ku di konferanê de hatin girtin wiha ne: “Xeta me ya çand û huner li hember pêkanîn her cure înkar, tûnekirin, bişaftin û qirkirinên li ser pênaberên Kurdistanê, ew berxwedanê bi felsefê û şêweyê jiyanê re yek bikin û têkoşinek xurt dide û li her derê çanda berxwedanvan pêşdixe û tîne rewşa şêwazê jiyanê. Herwiha armanc dike ku dawî li rewşa penaberî bîne. Di encama êrîşên bê exlaq, bê zagon ya li ser gelê me yê Botanê çêbûyî, ev bîst sale ku gelê me têkoşîna azadiyê ve girêdayî bûbû penaber, ev têkoşîn bi çanda Botanê a qedîm re bûyî yek, dijmin dixwast ku ev çand bi êrîşên cûr bi cûr civakek ji rastiya gelê Kurd, ji rastiya ku ev gel li ser bûye penaber dûr bixe xebat meşand. Saziya me ya çandê li ser bingeha rastiya vî gelê welatparêz çanda Kurd û rastiya gelê me yê Botanê biparêze û pêşbixe bingeh. Divê di hemû çalekiyên çandî û hunerî de nêzîkatiya felsefîk û îdeolojîk ya Rêber APO weke xeta bingehîn were pejirandin, divê tevahî xebatên me yên çand û hûner, jiyana xwe li gor jiyan, têkoşîn û felsefeya Rêber Apo sererast bike. Divê Destana Derwêşê Evdî ya Rêber APO di Parêznameya xwe de qala wê dike weke beşê muzik, şano, wêne werin honandin.”
DÎHA/MEXMÛR