Xefûr Mîrzayî yê 30 salî beriya were darvekirin, wekî gotina xwe ya dawî ji malbata xwe re wiha gotiye; "Ti sûcê min nîne, tenê ji ber ez ku Kurd im, min darve dikin". Piştî darvekirina min, negiriîn û van celaldên min ku hin niha dibînin şad nekin.
Kesekî ji rojhilatê Kurdistanê ku ji ajansa yuksekovahaber re axivî û nexwest navê wî were eşkere kirin, dibêje, em li vir di bin êrişên rejîmê de ne. Yên dengê xwe derdixin têne darvekirin. Niha bi sedan kes di korîdarên mirinê yên girtîgehên rejîmê de li benda darvekirinê ne. Kesê rojhilatî xwedîderketina serokwezîrê Tirk Receb Erdogan a li Filîstînê û bêdengiya wî ya li hember êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdan jî wekî durûtiyê binav dike û wiha xîtabê Kurdên Bakurê Kurdistanê dike "Bila birayên me yên li Tirkiyê me jibîr nekin. Li vir gelê Kurd qir dikin."
URMIYE