Çapxaneya Şehîd Herekol, gaveke dîrokî di warê çandê û zanistê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avêt. Çapxaneyê zêdetirî 3 milyon nusxeyên kitêbên cihê yên ji çîrok, helbest û mufredata dibsitanan, çap kirin.

ÎSAM ABDULLAH / ANHA/QAMIŞLO

Xebata Çapxaneya Şehîd Herekol di 20’ê Tîrmeha 2017’an de dest pê kir. Ew jî yek ji destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Çapxaneyê hemû pêdiviyên Rêveberiya Xweser ji belavok, pirtûkên dibistanê, pirtûkên wêje, helbest û rewşenbîriyê, hildane ser xwe.

Di destpêkê de çapxane rastî gelek astengiyan hat. Piştre hemû astengî û pirsgirêk hatin çareserkirin.

Çapxaneya Şehîd Herekol, serê pêşî kitêbên dibistanê û belavokên wêjevan û helbestavanan çap dikirin. Ji bo wan wêjevanên pirr zehemet bû berheman biweşînin, bû rêyek, dergehek.

Çapxane sal bi sal bi pêş ket. Kitb pêşî tenê reş û spî çap dibûn, niha çapa rengîn jî dike. Niha kalîteya çapê jî baştir kiriye.

Ji bo pêdiviyên xelkê herêman

Desteya Darayî ya herêma Cizîrê çavdêriyê li çapxaneyê dike. Çapxane bi navê fermandar Husên Şawîş (Herekol) weke rêzdariyekê ji xizmetên wî yên çandê, zanist û zanabûnê re, hate binavkirin.

Di çapxaneyê de alavên pêşketî yên bi teknolojiyên nûjen hene ku dikarin pirtûkan bi awayekî pirr baş çap bikin. Di çapê de gelek beşên weke dîzayn, çap û beşa komkirin û cildkirinê hene û hemû jî di bin banê çapxaneyê de ne.

Armanca çapxaneyê ew e bersivê bide pêdiviyên xelkê, nexasim jî kitêbên ji bo mufredata dibistanan hewce çap bike. Armanca çapxaneyê ew e îsal 5 milyon nusxeyên kitêbên ji bo bernameya dibistanan çap bike, lewma pêdiviya herêmên Xweseriya Demokratîk bi vê heye.

Bê merc çap dike

Çapxaneya Şehîd Herekol a li Dêrikê, 24 saetan bi armanca pêkanîn û zêdekirina berhemê, dixebite. Roja înê bi xwe, çap disekine û alav tîn paqijkirin û çêkirin.

Çapxaneya Şehîd Herekol 2 hezar pirtûkan di nava 2 rojan de çap dike.

Çapxane ti mercan li ser ti aliyekî çi taybet an jî daîreya hikumetê dibe, ferz nake. Hemû berheman ji çîrokên biçûk, heta helbest û romanan bi bihayekî sembolîk li gorî çapxaneyên taybet, çap dike. Ji ber ku hedefa çapxaneyê hêsankirina çapkirina berhem û xizmeta wêjevan, helbestvan û saziyên Rêveberiya Xweser e.

Çapxaneya Şehîd Herekol 2 milyon û 200 hezar pirtûkên mînhacên dibistanê yên sala borî çap kirin. Lê belê hejmar îsal bû 5 milyon. Ji lewre çapxane 24 saetan dixebite da ku bigihîne hedefê.

Zehmetiyeke sereke ji bo çapxaneyê xirabbûna alavekê ye ku tamîrkirin û peydekirina parçeyan zehmet e; yeke din jî kêmbûna madeyên çapê ye.

Hedef ixzmeta civakê ye

Gerînendeyê Çapxaneya Şehîd Herekol, Behaedîn Botî ye. Botî balê dikişîne ser xebata dabînkirina madeyên pêwîst û dibêje, peydekirina madeyan 3 mehan dikişîne. Da ku kar bidome û raneweste, her wiha da ku pirraniya madeyan bê peydekirin û qut nebe, ew wisa dikin. Hin made jî her tim hene.”

Botî wiha domand: “Bihaya madeyan pir bilind e. Lê armanca çapxaneyê ne madî ye. Hedefa wê xizmeta civakê ye.”

Botî bi bîr xist ku pispor kêm in, dîsajî kesên di vê mecalê de çapxaneyê de dixebitin, hemû hêza xwe bi şev û roj ji bo bicihanîna erka xwe dişixulînin. Botî wiha bang kir: “Divê kesên di aliyên çêkirin, çapkirin, dîzaynê de pispor in, piştevaniya çapxaneyê bikin, da ku xizmeteke baş ji civakê re bikin.”