Girseya gel cenazeyên hersê şervanan ji Nexweşxaneya Leşkerî wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve birin. Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.
Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo û Endamê TEV-DEMꞌê Ehmed Şêxo axivîn. Ji bo malbatên şehîdan sersaxî hate xwestin. Di dawiya merasîmê de, her sê şervan bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên “Şehîd namirin” sipartin axê.
KOBANÊ