Piştî êrişa li dijî xebatkarên Spûtnîkê 3 rojnamevan doh danê sibehê hatin binçavkirin.
Pêr êvarê li Enqereyê li dijî servîsa Tirkiyeyê ya ajansa nûçeyan a Rûs Spûtnîkê êrişeke nîjadperestî hate kirin. Piştî êrişê 3 rojnamevan doh serê sibehê hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku rojnamevan ji ber nûçeya bi sernavê “Eyaleta dizî: Hatay beriya 80 salan çima ji aliyê Fransayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin” birin nezaretxaneyê.
ANF/ENQERE