
Hûn îsal 30’emîn salvegera hunera xwe pîroz dikin. We ev 30 sal çawa bi kar anî û hedefên we çi ne?
Spas dikim. Bêguman tu şik tune ye ku gelek tiştên ez li ser 30 salên jiyana xwe ya hunerî bêjim hene. Qîrîna jiyaneke dijwar û têkoşînê heye. Digel zordestiyan sekneke şoreşgerî û gelerî ya bi cazîbeya hebûn û berhemdêriyê tacîdar bûye heye. Divê ez bêjim ku huner li dijî her reng xirabî, zordestî û zulmê ye. Jixwe heqîqet ev e ku wê dike hedefa hêzên serdest. Nîşandana hunera xwe, sekna we ya hunerî ji bo wan rîsk û bêtehemulî bi xwe ye. Huner bi vî rengî, bi amadekirina nexşeyê riya we spehîtir dike. Di nav hunera ku rola wê di pêşketinên civakî de misoger e 30 sal mayîn û di nav dîroka destanî da cihgirtin serbilindiyê dide. Ez 30 salan ji bo bibim dengê gelan xebitîm. Heke mijar hiştina mîrate be, têgihîştim ku ev bi bûyîna deng û bêhna gel pêkan e. Piçek be jî ez dixwazim ew stranên ku bûne bêhna gel û bedelan bînim ziman.
Di vê meşa 30 salan de hûn ê der barê cihê ku we dest pê kir de çi bêjin, bandora wî cihê ku li ser we hişt çi ye, hûn dikarin hinekî vekin?
Dikarim cihê ku zarokatiya min lê derbas bû, Dêrsimê wekî xala destpêkê hesab bikim. Min bi raperînê dest bi strangotinê kir. Ez diqîriyam û qîrîn ji bo min wekî îbadetê bû. Ez her dem di nava raperînekê de bûm û piştî salan min ferq kir ku girêdana wê bi hunerê ve heye. Min bi loriyên ku ji mezinên xwe bihîstî dest bi vê riyê kir. Hêj ez 7 salî bûm min loriyên bapîrê xwe digotin; bêyî ku bêjim eva dar e an ber e diqîriyam... Wekî min digotin rondik ji çavên bapîrê min diherikîn lê ez ji loriyan û ji makzimanê xwe dûr ketibûm. Êdî li şûna stranên Kurdî, min dest bi yên Tirkî kiribû. Min lorî û stranên ku dengbêjên şoreşger ji bo şoreşgerên hatine kuştin çêkiribûn digotin.
Heke hûn duh bi îro ve girê bidin, li Tirkiyeyê cihê ku muzîka resen hatiyê hûn ê çawan pênase bikin?
Her çend diviyabû berevajî be, lê li gorî min ji duhê paşve maye. Bi pêşketina teknolojiyê re yan jî pêşketina “bêyî kontrol”, huner ji nirxên xwe yên civakî dûr ket. Dikarim bêjim ku ew muzîka “resen” dibêje, girêdayî pêşneketinên civakî û ne polîtîkbûnê ye. Bêguman di vê demê de gelek xebatên girîng ên muzîkê derketine holê. Lê belê, rastiyek jî heye ku van xebatan di navbera çerxa cîhana dîjîtal a pêşveçûyî da zehmetiyên xwe derxistine holê. Gelek hunermendên ku dixwestin xwe bidin ferqkirin, di nava çanda populer de ne û ji nirxên xwe dûr ketin û biyanî bûne. Di çarçoveya muzîka etnîk de bi taybetî hunermendên Kurd xebatên kêrhatî kirin. Em dikarin ji gelek hevalên xwe yên ku muzîka Kurdî û bi taybetî jî ya kirmanckî çêkirin behs bikin.
Hûn di tevahiya jiyana xwe de bûne dengê bindest û mezlûmên Tirkiyeyê. Hûn balans û pêwendiya di navbeyna polîtîka û hunerê de çawan dibînin?
Jixwe li cihê ku polîtîka û huner negihîştibe hev, bawer nakim ku hehsa hunereke rast bê kirin. Polîtîka di heman demê de di xeta ziman û kirdeya hunerê de ye. Gotina ku dibêjin “sekna polîtîk a hunermend nabe” şaşiyeke wisa ye ku li welatên wekî yên me pergalên serdest vê yêkê belav dikin û dixwazin rastiya hunerê berovajî bikin. Wekî tê gotin; fikrên serdest ên li civatê, fikrên ku serdestan afirandine. Çawan ku patron ji kerba karkeran xwe didin paş, serdest jî ji zimanê hunerê xwe didin paş ku ev tiştekî xerîb nîn e.
Hûn di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de, bi gef, zordestî û girtinan re rû bi rû man. Van pêkanînan çi bandor li ser huner û muzîka we kirin?
Ya rast tesîreke pozîtîv kir. Ji bûyerên ku ez bi wan re rû bi rû mam, ez gelek tişt hîn bûm. Dikarim bêjim ku bihayê stranên me yên li nav civatê bi temamî bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ev gef, zordestî, binçavkirin, girtin û dozên li ser min hatine vekirin her dem bûne mijara stranên nû. Tiştê ku hunermendan xurt dike ev herikîna jiyanê ye. Yên ku hunerê bêyî ku xwe têkilî av û sabûnê bikin çêdikin jixwe cihê wan ne di nava civakê de û ne jî di nava hunerê de heye.
Di navbera AKP’ê û hikûmetên din de û bandora wê ya li ser jiyan û hunerê hûn çawa dinirxînin?
Di navbera desthilatdariya AKP’ê û hikûmetên din de tu ferq tune ye. Polîtîkayên negatîv ên li dijî wekhevî û azadîxwazan, kedkaran û bi taybetî gelê Kurd, di esasê xwe de êrîşkariya li ser hunerê ye jî. Lewre hunera me li ser rastiya van aliyên civakî pêş dikeve. Desthilatdariyê soz da ku li dijî feraseta berî xwe hesabxwaz be, lê hêj ev zehmetî berdewan dikin.
Desthilatdariya AKP’ê îdia kir ku aliyên heta nihe hatine înkarkirin, nehatine dîtin, dê wan qebûl bike, lê belê ev polîtîkayeke xapandinê “afirandina Kurdên xwe” ye. Ev di hem demê de înkarkirin bû û pêşîgirtina civata organîzebûyî, Kurdên organîzebûyî û redkirina mafên kolektîf bû. Ji hêlekê ve jî desthilatdariya xwe xurt dikir. AKP’ê hunera mafxwaz û hemdem ji bo xwe “dijmin” dît. Min ji ber axaftineke xwe ya di konsera 2 sal berê de ceza girt. Di demên borî de der barê min de doz hat vekirin û ji min re 3 sal ceza tê xwestin.
Hûn ji aliyê hunerê ve pêvajoya aştiyê ku hatiye destpêkirin, çawa dibînin? Hêviyên we yên aştiyê çi ne?
Min di hemû demên zilm û êrîşkarî de jî hêviyên xwe yên aştiyê parastiye. Temaya piraniya stranên ku min bi vê hêviyê çêkirî aştî û biratî ye. Bi dehan stranên min ên wekî “Bo şerî no”, “Xwûnê hiş bikin” û “Li kî derê yî ey biratî” dikarim bihejmêrim. Her dem xitîmînek hebû sedemên sereke jî biyanîbûna desthilatdariyê ya li hemberî rastiya doza Kurd e. Di ser Newroza 2013’an de hema bêje salek derbas bû. Ev pêvajo li ser bingeha hemle û deklerasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Gerîla ji ber selametiya pêvajoyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo pêşketina pêvajoyê gavên girîng hatin avêtin, lê gavên ku ji dewletê hatin hêvîkirin, di salekî de nehatin avêtin. Girtin û binçavkirinên provokatîf berdewam kirin parlamenterên Kurd 2 sal û 7 meh dereng hatin berdan û hêj bi hezaran siyasetmedar dîl tên girtin. Sabotekirina wan a pêvajoyê, ji hesabdayîna komkujiya Roboskê revîn, li pişt kuştina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê hebûna desthilatdariya AKP’ê û herî dawiyê ji aliyê polîsan ve kuştina sê Kurdên Geverê jî hêviya me ya ji bo çareserîyê neşikand. Digel her tiştî baweriya min heye ku çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd mumkun e, lê ez alîgirê wê yêkê me ku li Tirkîyeyê berxwedana demokratîk fireh bibe û têkoşîna li ser bingeha wekhevî û azadiyê hemû gel û baweriyan hilgire nav xwe û pêş bikeve.
Di hilbijartinên dawî yên parlementoyê de hûn namzedê Bloka Ked û Demokrasiyê bûn. Di hilbijartinên pêşiya me da hûn dîsa namzed in?
Li Dêrsimê wekî namzedê Blokê em negihîştin armanca xwe. Lê vê encamê xebata min sist nekir, hêj zêdetir li têkoşînê germtir bûn derxist pêş. Wekî endamê Kongreya Gelan a Demokratîk û paşê jî wekî damezrîner û endamê meclisa Partiya Gelan a Demokratîk vê têkoşîna xwe didomînim. Ji îro heta sibê dê çi bê guherîn, nizanim. Lê ez aktîvbûna polîtîk a zêdetir û xebatên berpirsiyariya temsîlî nadim paş. Heke maqûl hat dîtin û derfetên xizmetê hatin dayîn di demên pêşiya me de ez dikarim di nav xebateke temsîliyeta wê bilindtir de bibim.
Navê albûma we ya dawiyê Dêrsim e. Dêrsim ji bo we çi îfade dike?
“Dêrsim, Şuware Kirmancîye”, ji serhildana li dijî xetereyê biryara zimanê kirmanckî (Zazakî) peyda bûye. Ji ber ku zimanê me bi tunebûnê re rû bir û bû, min xwest ferqî û taybetiya xweser a zimanê me bi vê xebatê bidim nîşandan. UNESCO di nav zimanên li dinyayê di nav xetereya windabûnê de ne balê dikişîne ser kirmanckî jî. Heke zimanê ku bal hatiye kişandin makzimanê min be, wekî hunermendekî pêdiviya berpirsiyariya xwedîderketinê xwe dide hîskirin.
Gava behs bû Dêrsim, hîsên min her dem rengekî taybet wergirtin. Dêrsim, her wekî ku mirov xwe bigihîne destgirtiya xwe û dîsa negihê. Şubî destgirtiyeke ku hemû gotinên zimanekê bi kar bînim û têra nasandinê nekin. Ji bo hunera min, huviyeta hunermendiya min bingeha rastiyê ye jî. Bi vê manayê ez wekî hunermendekî ku ji wê erdnîgariyê derketî, li gorî şuûra erk û berpirsiyarîyên xwe xebatê dikim. Gava behs dibû Dêrsim, wekî min di serê hevpeyvînê da jî gotî, warê ku ez lê kêm mayî ziman bû. Da ku kêmasiya xwe ya di ziman da berteref bikim gelek xebitîm. Ji ber hindê, bi salan e ku Tirkî distrêm, îro min albûmeke bi temamî ji loriyên kirmanckî pêkhatî çêkiriye.
Di pêvajoyên dadgehê yên li Tirkiyeyê yên ku hûn rû bi rû hatî de, dem û dezgehên navneteweyî destekên xwe ji we kêm nekirin. Yek ji wan jî Freemuse bû. Riyên we digel vê organîzasyonê çawa vêk ketin?
Têkiliya min ligel Freemuseyê di 2003’yan de dest pê kir. Axaftina min a di konsera festîvala Bazîdê kirine sebeb û ez li Mîlasa Muglayê girtim û birim girtîgeha Muglayê. Parêrerên min û bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan gelek kes û dezgehan xebatên girîng kirin. Piyekî vê xebatê jî medya û bîr û raya Ewropayê bû. Ev pirs di hindek rojnameyên Ewropayê de belav bû û bala Freemuseyê jî kişand. Piştî ez ji girtîgehê derketim me bo hevdu nivîsî. Min hem li ser xwe hem jî li ser pêşhatinên li Tirkîyeyê daîm Freemuse agahdar dikir. Di vî warî de helbet hevkariya hêja Şanar Yurdatapan jî çêbû. Me bi hev re xebatên girîng kirin. Paşê serokê Freemuseyê Ole Raitov bi heyetekê hat Tirkiyeyê; ez ji bo bernameyeke hefteyî dawetî Danîmarkayê kirim. Gava ez piştî salekê çûm Danîmarkayê gelek baş hatim pêşwazî kirin û li konferansa ku li parlementoyê hat dayîn, belkî jî di dîroka parlementoya Danîmarkayê de yekem bû min du stran gotin ku yek jê Kurdî bû.
Hûn guhdarên xwe yên li Ewropayê çawa dibînin?
Ev bi salan e ku wekî berê li Ewropayê konseran nadim. Ez bêjim ji ber ku li Tirkiyeyê xebatên polîtîk dikim û ev wekî rengekî alîgiriyê tê dîtin ji derve. Ev gelek bi dilê min nîn e. Ji ber wê were ligel gelê me yê li Ewropayê yê ji aliyê etnîk û bawerîyan ve ji hev cuda, me bi hunera xwe têkiliyeke ji dil pêk aniye. Çav û guhên mirovên me yên li Ewropayê dijîn li welat e. Pêşhatinên baş nebaş ên li welat teqez tesîrê li Ewropayê jî dikin. Êdî dixwazim zêdetir ligel guhdarên xwe yên Ewropayê bim û hesreta min e ku stranên xwe yên ew bi salan e dizanin ligel wan bêjim. Bi munasebeta sihsaliya hunera min, niyeta min heye ku vê hesreta xwe ligel wan parve bikim. Ewil 8’ê sibatê dê li Kopenhagê û 12’ê sibatê jî li Upsalaya Swêdê bim. Ji bo van konserên xwe yên ku Konsert & Kongresê organîze kir gelek bi kelecan im.
Pişti gelek salan ez ê bigihîjim gelê xwe li Kopenhagê. Ez girîngiyeke mezin didime vê hevdîtinê. Wekî ez 30 salan di jiyana xwe ya hunerî da li paş xwe dihêlim, ji ber xatirê 30 salan jî em ê bi hev re bin. Bêşik aliyê herî bihadar ên van 30 salên jiyana min, peywendî danana digel xelkê me û guhdarên me ye. Ez dixwazim şeva 8’ê sibatê ji vî alî ve jî bê bihakirin. Bi van hîs û bîr û hizran ez gelê me yê li Danîmarkayê dijî dawet dikim ku di vê konserê de em bi hev re stranên xwe bêjin. Ji aliyê teknîkî ve pêşamadekariyek baş hat kirin û bi hêviya hevdîtina êvara 8’ê sibatê seet 18:00 an.
ROJAN HAZIM