Seyît Kerîm Îbrahîm Ehmed. Sala 1985’an li binarê Qendîlê li gundê Koyle ku bi ser qezayê Çoman e, hatiye dinê. Di nav malbateke şoreşger de mezin bûye. Dê û bav jî di nav de tavahiya malbatê kedkarên şoreşê bûne. Seyît Kerîm ku ji sala 2011’ê ve li bajarê Scunthorpe yê Brîtanya dijî. 


Lehengek li Dola Balayan 

Malbata wî beşdarê tevahiya şoreş û tevgerên li Başûr bûne. Piştî aş betalê bavê wî li gel Mele Mistefa diçe Îranê. Li wir dibîne ku di nav Soran û Barzaniyan de ferq û ciyawazî dikin. Ew jî li dij derdikeve. Ji Îdrîs Barzanî re dibêje: Em birçî ne û hûn di xanî û mercên xweş de ne ev çawa biratî ye? Îdrîs bavê wî diqewitîne û ew jî vedigere Başûr. Tevli nav refên Komelaya Rêncderan dibe. “Bavê min gelek zîrek, kedkar û pêşmergeyekî leheng bû. Di gelek şeran de beşdar dibe. Li Dolê Balayan dibe sertîbê tîpa 74’an ê herêmê. Di gelek pevçûnan de, naşike û nareve. Rejîma Baas di sala 1986’an de êrîşeke dijwar tîne ser Dola Balayan, bêhejmar leşkerên Saddam tên kuştin û bavê min li gel sê kesan şehîd dikevin“. Piştre mamê wî jî diçe tevli pêşmergeyan dibe. Çeka wî hildigire û wezîfeya wî dimeşîne, ew jî şehîd dikeve. 5 bira û sê xwîşk in. Li gel dayika xwe di nav baregeha pêşmerge de dimînin. Du sal piştî bavî dê jî felc derbas dike û dimire. Du birayên wî li Ranya niştecî ne, alîgirên YNK’ê ne. Dudu jî li Brîtanya ne, xwîşkek li Norwec û du jî li Kurdistanê ne. 


Malbata Şehîdan e

Malbata wan wekî malbata şehîdan tê nasîn. Gundê wan piçûk e, lê li herêmê navdar e. Gava hejmara şehîdên ji malbatê ku gelek ji wan amoza, xwîşkeza û pismam in dihejmêre zehmetî dikişîne. 24 kes ji malbatê şehîd in, ya herî balkêş jî gotina Kak Seyît ku dibêje yên di şerê birakujî de canê xwe dane ‘kuştî’ ne. Ji bo wan nabêje şehîd û hejmara wan jî 6 kes in. Gava mirov yên di şerê birakujiyê de mirîn jî lêbike hejmara şehîdên malbata wan digihîje 30’î. 


Gerîla hêviya me ye

Seyît gerîla ji nêz ve nas dike, ji mêj ve PKK li gundê wan jî dihêwire. Li odeya Seyît sûretên serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên gerîlayan hene. Gava behsa wan dibe çavên di wî dibiriqin û dibêje: “Ew hêvî û dahatûya me ne“ û wiha dewam dike: “Berê jî min PKK nas dikir, lê ya rastî piştî ku PDK Şingal bi destê faşîstên DAÎŞ‘ê re berda û reviya PKK namûsa gelê me rizgar kir. Piştre li deverên Kerkûk û heta Kobanê ev şoreş kir ku çavên me carekî din vebin û em rastiya gerîla bibînin.  


Biyanîstan çêtir e ji desthilata Barzaniyan

Seyît Brîtanya ji jiyana di bin destê Barzaniyan de baştir dibîne. Dikare li wir alîkariya şoreşê bike. Heval tên diçin û ew jî tevli çalakiyên PKK’ê dibe.“Serok Apo bi peyv û hevokan nayê vegotin. Divê mirov fîlozof an jî ramanyar be, wisa belkî piçek nêzîkî lê bike. Ez şanaz im ku ew serokê min e. Rojek dê bê ku tevahiya cîhanê bejna xwe li ber wî bitewîne û rêzê lêbigire. Wî ti tişt ji bo xwe û malbata xwe nekirin, her ji bo gel û mirovahiyê têkoşiya ye. Tekane şansê gelê Kurd PKK û Serok Apo ne, em jî li gel in.”


Dijminahiya şoreşê nekin

Seyît bi tundî bertekê nîşanê dijberên Şoreşa Rojava dide û bila alîkarî nekin, şoreşê minet ji ti kesî nîne lê bi taybetî KDP û ENKS dijminahiya şorêşê dikin, divê ew dev ji vî karî berdin. 


YEKO ARDIL/BERLIN