Koçberên ji Serêkaniyê diyar dikin ku ji bo vegera warê xwe wê berxwedana xwe bidomînin û tiştek nikare wan paşde bide, û gotin``Hêviya vegerê azarên wan sivik dike.``

Ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 300 hezar sivîl neçar man ji herêmên xwe koçber bibin, taybet ji herêmê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê û Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan dibistan amade kirin, vê dawiyê jî kampa Waşûkanî li Hesekê ava kir da ku pêşwaziya koçberên Serêkaniyê bikin.

Tevî ku Rêveberiya Xweser û rêxistinên xwecihî xebatên xwe didomînin, lê pir pêdiviyên koçberan ên jiyanê kêm in, ji xwarin, av, derman û pêwîstiyên zarokan.

 

ANHA/HESEKÊ